Damezrandina PJAK’ê û rojbûna Rêber Apo li Kolnê hat pîrozkirin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi wesîleya salvegera damezrandina PJAK’ê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate pîrozkirin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi wesîleya salvegera damezrandina PJAK’ê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate pîrozkirin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê damezrandina PJAK’ê û rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyan a Koln û PJAK’ê ve hat lidarxistin. Siyasetmedarên Kurd, hunermend û Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.
Çalakî li salona DKTM’ê hate lidarxistin û flamayên PJAK’ê û wêneyên Rêber Apo hatin daleqandin.
Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Endama KJAR’ê Meryem Fethî di çalakiyê de axivî. Fethî têkildarî armanca damezrandina PJAK’ê nirxandinan kir û wiha got: “Bi dayikbûna Rêber Apo re şoreşekî zîhnî û fikrî pêk hat. Îro ne tenê çavê gelê Kurd, çavê tevahiya cîhanê di peyama Rêber Apo de ye. Ev jî hêza Rêber Apo raber dike. Rêber Apo bi pêşxistina têgihiştina azadiyê û mirovê azad hesabê hemû dagirkeran nava hev da.”
Li ser navê PJAK’ê jî Îbrahîm Elîpûr rojbûna Rêber Apo û damezrandina PJAK’ê silav kir û got ku ev dîrok ji bo gelê Kurd xwedî wateyekî mezin e. Elîpûr diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin û got ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neye ew ê têkoşînê bidomînin.”
Çalakî bi stranên Hozan Şemdîn dewam kir. Kurdistaniyên ku beşdarî çalakiyê bûn, bi stran û dirûşmeyan salvegera damezrandina PJAK’ê û rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Rojbûna te Pîroz be Ey Serok” û gerandina govendê bi dawî bû.