KOMAW’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

KOMAW'ê Cejna Çarşema Sor li gelê Êzidî pîroz kir û xwest ku ev cejn tevkariya çanda jiyana hevpar bike.

Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi boneya Cejna Çarşema Sor ku cejna qedîm û pîroz a gelê Êzidî ye, li civaka Êzidî pîroz kir.

KOMAW'ê daxuyand ku ev roja taybet a ku bi hezaran sal in dewlemendiya çandî û olî ya gelên qedîm ên Mezopotamyayê nîşan dide û çerxa ji nû ve zayînê, aştî, hevgirtin û jiyanê ye û got, "Di vê serdema ku girîngiya rêzgirtina ji hev, azadiya bawerî û pêkhatina pirçandî ya di navbera civakan de tê dîtin de em ê hê zêdetir tevkariya çanda me ya Çarşema Sor bikin."

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Bêyî ku êşa gelê Êzidî were jibîrkirin û jiyanek bi ewle, wekhev û azad ji nifşên pêşerojê re bê hiştin berpirsyariya me ya hevpar e. Bi vê bîr û baweriyê hêvî dikin ku Çarşema Sor ji bo hemû mirovahiyê bibe wesîleya aştî, edalet û aramiyê.”