BI DÎMEN

Nobeta Azadiyê di hefteya 669’an de dewam dike

Di hefteya nû ya Nobeta Azadiyê de koma Bordeauxê çalakiyê dewr girt. Di çalakiyê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Çalakiya Nobeta Azadiyê ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, di hefteya 669’an de dewam dike

Çalakiya ku ji aliyê Înîsiyatîfa 'Azadî ji Rêber Apo re' ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rakirina Pergala Qirkirinê ya Îmraliyê dewam dike, di hefteya nû de koma Bordeauxê dewr girt.

Di koma nû de Serdar Serhed, Apo Karakoçan û Berkay Sari cih digrin.

Li ser navê komê Serdar Serhad axivî û diyar kir ku di pêvajoya şer ya Rojhilata Navîn de zêdetir pêwîstî bi azadî û fikra Rêber Apo heye û wiha got: “Heta ku Rêber Apo azad nebe, wê gelê Kurd û gelên bindest ên li Rojhilata Navîn azad nebin.”

Serhed destnîşan kir ku divê gelê Kurd bi taybetî jî ciwanên Kurd tecrîdê bişkîin û di sala 2025’an de Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û wiha got: “Em xwedî li Rêber Apo, fikrên wî û Kurdistanê derkevin. Ji bo vê jî têkoşîna xwe mezin bikin û zêdetir li ber xwe bidin. Di sala 2025’an de bibêjin êdî bes e jiyana bêyî Rêbertî nabe.”