Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê ji ber krîza dil a endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder peyamek weşand.
Di peyamê de xemgîniya ji ber vê bûyera giran hate ragihandin û hate bibîrxistin ku Onder yek ji endamên Heyeta Îmraliyê ye ku banga Rêber Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir.
Peyam bi vî rengî ye:
"Siyasetmedar, Serokwekîlê Meclîsa Tirkiyeyê, Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê, sînemager, nivîskar Birêz Sirri Sureyya Onder doh bi şev krîza dil derbas kir.
Birêz Onder di heman demê de endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ye ku banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Ocalan bi raya giştî re parve kir.
Weke Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê em bi xemgînî bi vê bûyera giran, krîza dil a kesayete qedir bilind hesiyan.
Em hêvî dikin ku Cejna Çarşema Serê Nîsanê bibe wesîle ji başbûna tenduristiya Onder re. Bi hêviya Tawizî Melek wî demek beriya demekê bigihîne tenduristiyeke baş, em şîfa saxiyê û silametiyê jê re dixwazin.
Em hêvîdar in ku Birêz Sirri Surreya Onder demildest ji nexweşiyê xilas bibe, di zûtirîn demê de rabe ser xwe û karê xwe yê pîroz û hêja yê ji bo aştiyê bike."