Li Elmanyayê partiyên muhafazakar û demokrat ji bo koalîsyonê li hev kirin

Li Elmanyayê Partiya rastgir a Xiristiyanên Demokrat (CDU) li gel hevalbendên xwe Yekîtiya Civakî ya Xiristiyanan a Bavyerayê (CSU) û Partiya Demokratên Sosyal (SPD) ji bo avakirina koalîsyonê li hev kirin.

Biryara têkildarî lihevkirinê ji aliyê serokê CDU’yê û namzedê serokatiya hikûmetê Friedrich Merz ve hate ragihandin

Li gorî anketan dengê partiya di bin serokatiya Friedrich Merz de a niha weke dengê partiya rastgiriya tund AfD'ê ye. Li gorî anketa Insayê ya roja Duşemê her du partî jî weke hev ji sedî 24,5 dengan distînin.

Partiya Friedrich Merz ya muhafazakar di hilbijartinên 23’yê Sibatê de ji sedî 28,5’ê dengan girtibû û partiya AfD'ê jî ji sedî 20.8 ê dengan wergirtibû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bes di nava heyv û nîvan de ferqa di navbera her du partiyan de gelekî daket û ev yek weke bûyereke ecêb tê nirxandin.