Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî
BI DÎMEN

Kurdistaniyên li Munihê: Divê cezayê darvekirinê bê betalkirin

Li Munihê ji bo jinên di bin gefa cezayê darvekirinê de ne çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat xwestin ku cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatiye birîn demildest bê betalkirin.

Li bajarê Munih ê Elmanyayê bi boneya piştevaniya Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, çalakî hat lidarxistin.

Di çalakiya sêyemîn de hate diyarkirin ku dewleta Îranê cezayên darvekirinê yên li dijî mirovahiyê didomîne û hat xwestin cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatiye birîn demildest bê betalkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em dixwazin cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatiye birîn demildest bê betalkirin. Di dema darizandina sê girtiyên siyasî de bi awayek bêedalet destûrnehat dayîn ku rojnamevan û raya giştî tevlî rûniştina dozê bibe. Bi vê pêvajoya derhiqûqî de girtiyên siyasî ji mafên xwe yên rewa bêpar hatin hiştin.”

Li ser navê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî daxuyanî hat xwendin û wiha hate gotin: “Divê di çarçoveya Kampanaya ‘Li Îranê ji dervekirinê re Na’ li her qadê û li ber girtîgehan li dijî cezayê dervekirinê çalakî bên lidarxistin.” Di dawiya daxuyaniyê de PJAK’ê banga hestiyarê li her kesê kir.