BI DÎMEN

Li Berlînê ji bo girtiyên siyasî meş hate lidarxistin

Platforma Demokrasiyê ya Berlînê ku gelek rêxistinên civaka sivîl û sazî ava kirine, bi daxwaza berdana girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê meş li dar xistin.

Platforma Demokrasiyê ya Berlînê ku gelek rêxistinên civaka sivîl û sazî ava kirine, bi daxwaza berdana girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê meş li dar xistin. Girseya ku li qada Neptunbrunnen a li Alexanderplatzê li hev civiyan, ji bo balê bikşînin ser zextên li ser muxalefeta Tirkiye û daxwaza azadiya girtiyên siyasî bînin ser ziman, ber bi Parlamentoya Federal ve meşiyan.

Di meşê de ji SPD Berlînê Sînem Taşan-Funke, ji Partiya Keskan Bettîna Jarasch, ji Die Linkeyê Maximilian Schimer û Dîroknas Nick Brauns axivîn.

Di axaftina li ser navê Platforma Demokrasiyê ya Berlînê de wiha hate gotin: “Silav ji kesên ku li Tirkiyeyê hesreta demokrasî, wekhevî, azadî, heq, hiqûq û edaletê ne! Gelên me yên ku ji rejîma yek zilam, zext, qeyûm, girtin û darbeyan re dibêje ‘bes e’, bi Tirk, Kurd, Elewî, Sûnnî, bi hemû rengên Tirkiyeyê re bi hev re têdikoşin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tirkiye dûrî demokrasiyê, bi rejîma yek zilam tê rêvebirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêvajoya ku piştî di 19’ê Adar 2025’an de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi awayekî bêhiqûq hat binçavkirin û dîplomayê wî hat taloqkirin hat destpêkirin, hewla darbeyê ye û wiha hate gotin: “Li dijî vê pêvajoya darbeyê, ji bo ku mafê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Can Atalay, Osman Kaval û hemû girtiyên siiyasî yên din biparêzin û wan azad bikin û dengê wan bigihînin raya giştî ya Elmanyayê, me Platforma Demokrasiyê ya Berlînê ava kir. Divê li dijî zîhniyeta ku 22 salên dawî weke kabûsekî ketiye ser Tirkiye û civakê bi cudahiyên wekî ol, ziman, koka etnîkî û îdeolojiyê cuda dike, rabin. Ev pergala ku AKP’ê ava kiriye, li gorî berjewendiyên xwe şêwe dide daraz û hiqûqê. Ev zîhniyet azadiya me asteng dike û jiyana welatiyên me dixe zorê.”

Di tevahiya meşê de gelek caran “Dîktator Erdogan”, “Heq, Hîqûq, Edalet”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî xwişk-biratiya gelan” û “Bijî berxwedana zîndanan” hatin berzkirin.