BI DÎMEN

Li Berlînê meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hat lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan ên ku heta ber avahiya Serokwezîriyê ya li Berlînê meşiyan û anîn ziman ku ji bo Rêber Apo demildest bê berdan berpirsyariya taybet dikeve ser milê hikûmeta Elmanyayê.

Kurdistanî û dostên wan ên Elman li Brandenburger Tor a Berlînê hatin ba hev û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta avahiya Serokwezîriyê meşiyan.

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz, Sîbel Yîgîtalp û Parlamenterê Dîe Lînke Ferhat Koçak jî tevlî çalakiyê bûn.

Piştî axaftina Ferhat Koçak, daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêber Apo zêdetirî 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û wiha hat gotin, “Ev tecrîd ne tenê li derveyî mirovahiyê ye, di heman demê de zexta siyasî ye. Ev jî nîşan dide ku bê çiqasî ji fikir, raman û modela civaka demokratîk ditirsin. Ocalan ne girtî ye, ew pêşengê modela civaka demokratîk e. Di 27’ê Sibatê de banga çareseriya pirsgirêka Kurd kir. Careke din ji bo dawî li şer were, rêya çareseriya pirsgirêka Kurd nîşan da. Ev bang di heman demê de banga ji bo Kurdan, Tirkan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.” 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ku ev modela civakî bi salan e li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku di bin zext û gefan de ye hatiye avakirin û hat destnîşankirin ku ev yek nîşan dide ku civakek li ser bingeha xweseriya demokratîk, wekheviya zayendî û jiyana hevpar a aştiyane ya di navbera komên cuda yên gel de pêkan e û wiha domand: "Li wir em cidiyeta Tevgera Kurd û hêza fikrên Abdullah Ocalan dibînin."

Hat diyarkirin ku ev pêvajo ne tenê bi êrîşên leşkerî, bi domandina tecrîda li ser Rêber Apo hatiye astengkirin û wiha pêde çû: “Pêdivî (ya Rêber Apo) bi şert û mercên xebatê yên azad heye. Pêwîstiya wî bi derfeta ku bi awayekî çalak beşdarî çareseriya siyasî bibe heye. Bêyî wî ne edalet û ne jî aştî pêk nayê."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nîşan daye ku ji bo demokrasî, aştî û jiyana hevpar a hemû gelan cidî ye û tevî zext û tawanbariyan jî bi agirbesta yekalî pirek ava kiriye, di nava lêgerîna diyalogê de ye û ji bo jiyana hevpar a aştiyane dixebite.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze bi pêş bixîne û berpirsyariya taybet Elmanyayê û ev tişt hatin gotin: “Hikûmeta Elman gelek caran diyar kiriye ku ew dixwaze piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê. Ji ber vê yekê em îro dipirsin; wê kengê li gorî sozên xwe tevbigere? Hikûmeta federal heta kengê wê xwe paşve bikşîne? Em li şûna piştgiriyê, bêdengiyê dibînin. Di vê mijarê de perpirsyariyeke taybet a Elmanyayê heye. Eger hûn bi rastî jî aştiyê dixwazin divê hûn daxwaza aştiyê bikin!”

Daxuyanî bi van daxwazan dom kir:

“1. Abdullah Öcalan divê demildest bê berdan– ev gava yekem a pêvajoya diyalogê ya rasteqîne!

2. Ji bo pêvajoya çareseriya siyasî zext û piştgiriya navneteweyî divê (bi taybetî jî Hikûmeta Federal)!

3. Û dawî li krîmînalîzekirina çalakvanên Kurd ên li Elmanyayê bînin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe, Tevgera Azadiyê ya Kurd were krîmînalîzekirin, edalet û aştî were astengkirin, em ê dengê xwe bilind bikin."

Çalakî bi berzkiriina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “J Ocalan re azadî” bi dawî bû.