FEDA û DAKB’ê ji bo Îrfan Dayioglû peyama sersaxiyê dan
Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî a Demokratîk (DAKB) ji malbata Îrfan Dayioglû yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da re sersaxî xwestin.
Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî a Demokratîk (DAKB) ji malbata Îrfan Dayioglû yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da re sersaxî xwestin.
FEDA û DAKB’ê di peyama xwe ya sersaxiyê de got: ‘’Hevrêyê me Îrfan Dayioglû û yek ji pêşengên Tevgera Elewiyan a Demokratîk ku ev demeke dirêj e li Parîsê dijî, îro jiyana xwe ji dest da. Em ji malbata wî re sebr û sersaxiyê dixwazin. Serê Tevgera Elewiyan a Demokratîk sax be.’’
Dewama peyama sersaxiyê bi vî rengî ye:
‘’Îrfan Dayioglû di pêvajoyên damezirandina KAB, FEDA û FEK’ê de cihê xwe girt, di encama nexweşiya xwe ya giran de koça dawî kir. Îrfan Dayioglû ku bi kesayeta xwe ta mutewazî û dilsoziya xwe ya ji bo têkoşînê dihat naskirin û hezkirin, ne tenê yek ji pêşengên Tevgera Elewiyan a Demokratîk e, di heman demê de di hemû qonaxên kiryarên olî de jî cihê xwe digirt.
Di nirxên baweriya Rêya Heq de bi hesasiyeta bicihanîna erkên xwe û têkoşîna xwe xwedî kedeke mezin e. Di nava kiryarên teorîk û pratîkî yên têkoşînê de kedeke mezin nîşan da û xwedî kesayeteke jixwebawer bû. Îrfan Dayioglû yê ku li şûna paşdegavavêtinê, di warên avakirina pêşerojê de xwedî hişmendî bû û birêxistinbûn esas digirt, mîrateya xwe ya têkoşînê ku em ê tim pê serbilind bin, ji me re hişt û koça dawî kir. Ya ku dikeve ser milê me xwedîlêderketina têkoşîna wî ya birûmet û civakîkirina têkoşîna heqîqetê ye.’’