BI DÎMEN

Kurdistaniyan bang li KE’yê kirin: Azadiya Rêber Apo misoger bikin!

Kurdistaniyên li Strasbourgê bang Konseya Ewropayê kirin û gotin: “Guh bidin manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo û pergala Îmraliyê hilweşînin. Şert û mercên ku Rêber Apo tê de azad bijî ava bikin.”

AZADIYA RÊBER APO

Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiye hate lidarxistin. Kurdistaniyên li ber Konseya Ewropayê hatin ba hev, bang li saziyên Ewropayê kirin ku erka xwe pêk bînin. Kurdistaniyan diyar kirin ku banga dîrokî ya Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Rojhilata Navîn û hemû gelan çareseriyê pêşkêş dike û peyama, “Ji bo aştiyeke bi rûmet divê Rêber Apo azad bibe” hate dayîn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre axaftin hatin kirin.

POLAT: EM DIXWAZIN RÊBER APO AZAD BE

Di çalakiyê de Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat axivî û got: "Mafê gelê Kurd heye ku bi rûmet bijî. Lewma em bang li Konseya Ewropayê dikin ku li hemberî mafên girtiyên Kurd, gel û hemû kesên ku li Rojhilata Navîn di şerê bê edaletî de rastî zilm û zordariyê hatine, rêzdar bin. Rêber Apo 26 salan di bin tecrîda dermirovî de tê ragirtin. Rêber Apo vîna 50 milyon kesan temsîl dike û divê Rêber Apo serbest bê berdan.”

ZUBEYDE ZUMRUT: BANG FIRSENDEKE DÎROKÎ YE

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî axivî û ev tişt anî ziman: "Îro em li ber Konseya Ewropayê ne. Em weke dayik, parlamenter û gelê Kurd dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. 26 sal in Rêber Apo bi biryara van dewletan li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Tevî vê yekê jî Rêber Apo ji bo azadî û aştiyê têdikoşe. Rêber Apo ji bo aştiyek mayinde û wekheviya gelan proje pêşkêş kir. Di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Rêber Apo avakarê projeya demokratîk a Rojava ye. Ev bang jiyana bi hev re ya hemû gelan esas digire. Divê dewletên Ewropayê û Konseya Ewroapyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkeve nava liv û tevgerê. Divê Rêber Apo azad bibe.”

LAURA CASTEL: EM Ê JI BO AZADIYA OCALAN BIXEBITIN

Hevseroka Koma Çep a Ewropaya Yekbûyî ya Konseya Ewropayê Laura Castel jî axivî û wiha got: "Pirsgirêka Kurd û Birêz Ocalan timî di rojeva me de ye. Em di asta wezîran de bi raporan mijarê dişopînin. Ji bo aştiya rast şert û mercên wekhev pêwîst in. Dema ku aliyek li derve be û Birêz Ocalan dîlgirtî be ev yek pêk nayê. Ji bo azadî û demokrasiyê çi pêwîst be em ê bikin."

SELMA SURER: HETA RÊBER APO AZAD BIBE EM Ê LI QADAN BIN

Endama TJK-E’yê Selma Sûrer jî got, "Em her sal li vir kom dibin û diqîrin. Nikarin dengê me qut bikin û me lawaz bikin. Rêber Apo rêberê rêberan e. Kurd û jin ne weke berê ne. Rêber Apo ji me re peyam şand. Weke jinên Kurd û tevgera jinan soza me ev e: Heta Rêber Apo azad bibe em ê li qadan bin."

DÎCLE: TECRÎDA LI SER RÊBER APO NE HIQÛQÎ YE

Siyasetmedar Hatîp Dîcle jî axivî û diyar kir ku dîlgirtina Rêber Apo ya li Îmraliyê ketiye sala 27'an û wiha dewam kir: "Di 15'ê Sibata 1999'an de di çarçoveya Komploya Navneteweyî de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Bi salan di nava tecrîdê de ma. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2014'an de mafê hêviyê qebûl kir, lê belê dewleta Tirk guh neda vê biryarê. Em bang li Konseya Ewroapyê dikin: Guh bidin manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo û pergala Îmraliyê hilweşînin. Şert û mercên ku Rêber Apo tê de azad bijî ava bikin.”