Valahiya ewlehiyê ya piştî dewr girtina desthilatdariya Sûriyê ji aliyê HTŞ (Heyat Tehrîr el-Şam) ve, revandinên jinan, bi taybetî zarokên keç ên Elewî, zêde kiriye. Li gorî lêkolîna ku ji aliyê Reuters ve hatiye kirin, îsal herî kêm 33 jin û keç ji deverên ku nifûsa wan Elewî lê zêdeye, wek Lazkiye, Tartûs û Hamayê, hatine revandin an jî windakirin.
FÎDYE Û GEF
Yek ji wan kesên ku hatine revandin, Abeer Suleiman a 29 salî, di 21’ê Gulanê de li Safîta ya Tartûs, hate revandin. Peyamek ku bi rêya WhatsAppê ji malbata wê re hatiye şandin, hat gotin ku, "Ew ê venegere." Kesên ku revandine ji malbatê 15,000 dolar fîdye xwestine û gotine “Eger malbat vê perê neşîne ew ê Abeerê bikujin ango mîna koleyek bifiroş in.” Li ser vê malbatê pereyê ku dane hev li ser hesabeke li Îzmîrê razandine. Lê piştî pere hatî razandin hemû têkilî bi wan kesan re qût dibe. Tê texmînkirin ku Abeer birine derveyî welêt, dibe ku birine Iraqê.
JINÊN BI TEMEN 16-39 SALÎ DI HEDEFÊ DE NE
Ji 33 bûyerên ku ji hêla Reuters ve hatine belgekirin, 16 bi hûrgilî hatine lêkolînkirin. Di heft bûyeran de, daxwazên fîdye bi eşkere hatine kirin, sê jinan diyar kirin ku ew birine derveyî welêt û rewşa neh kesan ne diyar e. Heşt ji wan di bin 18 salî de ne.
RAYEDAR BÊDENG IN
Malbat ji ber xemsariya hêzên girêdayî HTŞ’ê nerazîbûnên xwe tînin ziman. Rayedar revandinan bi "sedemên kesane" ve girêdidin lê delîl pêşkêş nekirine. Komîteya ku di Adarê de hatiye damezrandin, derbarê windabûnan de daxuyaniyek nedaye.
REVANDINÊN DI NÎVÊ ROJÊ DE
Bûyer bi gelemperî di nav rojê de diqewimin. Keçek 17 salî di rêya xwe ya ber bi dibistanê ve hate revandin; malbata wê peyamek tehdîdkar wergirt. Khazama Nayef a 35 salî piştî fîdyeyê hate berdan lê gelek travmayên giran derbas kiriye.
Çalakvanên mafên mirovan dibêjin ku ji Adarê ve revandin zêde bûne. Malbatên li Tartûs, Lazkiye û Hamayê ditirsin keçên xwe bişînin dibistanê. Bûyer fikaran li ser gefek rêxistinkirî û sîstematîk li ser civaka Elewiyan zêde dikin.