Li Helebê bi hinceta ‘sembola Kurdî’ ciwanek hate revandin
Hêzên girêdayî Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên çeteyên girêdayî Enqereyê, li Helebê ciwanek Kurd bi hinceta ku di telefona wî de “wêne û sembolên Kurdî” hene, hate revandin.
Hêzên girêdayî Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên çeteyên girêdayî Enqereyê, li Helebê ciwanek Kurd bi hinceta ku di telefona wî de “wêne û sembolên Kurdî” hene, hate revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê ragihdnd ku duh, li bendeke kontrolê ya hevbeş a Hêzên Ewlekariyê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û çeteyên dewleta Tirk, li ser rêya Dêrhafir-Helebê, ciwanê kurd Ednan Ehmed Genco yê 24 salî yê ji gundê Ehrezê yê bakurê Helebê ye, bi hênceta ku di mobile wî de wêne û sembolên kurdî dîtine, revandin û birin cihekî nediyar.
Roja Înê, 27ê Hezîranê, çeteyên dewata Tirk a dagirker welatiyê Kurd ê 66 salî Îbrahîm Hemo Şero ji mala wî ya li taxa Eşrefiyê ya Efrîna dagirkirî revandin.
Li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, welatiyên kurd rastî binpêkirinan tên bêyî ku sûcdar bêne lêpirsîn û darizandin.