BI DÎMEN

Li Pakrewangeha Kobanê û Berxbotanê şehîdên Komkujiyê hatin bîranîn

Şehîdên Komkujiya Kobanê û gundê Berxbotanê di salvegera xwe ya 10`emîn de li ser gorên xwe bi pêxistina findan hatin bîranîn.

Şêniyên Kantona Firatê û malbatên şehîdan şehîdên komkujiya Kobanê li Pakrewangeha Komkujî ya li taxa Şehîd a bajarê Kobanê û şehîdên gundê Berxboranê li Pakrewangeha gundê Berxbotanê bi merasîmekê bîranînê li ser goran wan bi bîr anîn.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, endamên Meclisa Leşkerî ya bajarê Kobanê Mihemed Oso sersaxî ji malbara şehîdan re xweset û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdan tewand.

Mihemed Oso got, "Gelê Kobanê her tim di nava têkoşînê de bû. Ji bo ku axa wan nekeve bin destê dijmin bi hemû awayî li hemberê êrişên çeteyên DAIŞ`ê têkoşîn kirin û li ber xwe dan heta ku çete têk birin. Çeteyên DAIŞ`ê xwestin bi vê komkujiya hovane gelê Kurd tune bike û komkujiyeke xedar û di xafil de pêk anîn. Em vê roja reş bi tundî şermezar dikin."

Mihemed Oso diyar kir ku ew ê her tim li ber xwe bidin û ew ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û got: "Em soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarê rêya wan bin û em xeta wan bişopînin."

Piştî axaftinê mûm li ser gorên şehîdîn hat vêxistin.

Her wiha li Pakrewangeha şehîdên Komkujî ya gundê Berxbotanê şehîd li ser gorên xwe bi vêxistina mûman hatin bîranîn.