ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dayikên Şemiyê ji bo Morsumbul hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo Şahîn Morsumbul ê ku beriya 44 salan ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hate qetilkirin, hatin ba hev. -
Girtî Necdet Ozturk: Ewlehiya canê min nîne
Necdet Ozturk ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê girtî ye, diyar kir ku ewlehiya canê wan nemaye û got ku eger tiştek bi serê wî were, berpirsyar girtîgeh e. -
333 roj in rojnamevan Silêman Ehmed girtî ye
333 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve girtî ye. 29’ê Tîrmehê PDK’ê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî. -
ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Hatîmogûllari: Budçeyê ne ji şer re ji karker û cotkaran re veqetînin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku desthilata AKP-MHP'ê butçeya karker û cotkaran ji şer xerc dike û peyama berfirehkirina têkoşîna rêxistinbûyî da. -
Polîsan bi ser mala nûçegîhana JINNEWS’ê de girtin
Polîsan bi ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver a nûçeyê ‘çeteyê hişbir û fuhûşê’ çêkiribû de girtin. -
Nobeta Emîne Şenyaşar a li Meclîsê mehek li pey xwe hişt
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku li pêşiya Meclîsa Tirk daye destpêkirin, mehek li pey xwe hişt. -
Desthilatdarî ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ vekir
Midûriyeta Herêma 14’emîn Çandiniyê û Daristanê ya Wanê ji bo nêçîra pezkoviyan ku di xetereya tunebûnê de ne, bi awayekî “fermî” îhale vekir. -
Derbarê rojnamevanê girtî de lêpirsîna 'nîşaneya serketinê'
Ji ber rojnamevan Celalettîn Yalçin ê di hevdîtina vekirî de ji xizmên girtiyan re nîşaneya serketinê nîşan da, lêpirsîn hat destpêkirin. -
Girtîgeha Sulucanê: 23 saetan zexta psîkolojîk û tecrîd li girtiyan tê ferzkirin
Metîn Serhat ku ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Xarpêtê sirgûnî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Sulucanê hate kirin, diyar kir ku tecrîd û zexta psîkolojîk li girtiyan tê ferzkirin. -
Tulay Hatîmogûllari: Felaketa herî mezin a vî welatî AKP ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê axivî û got, "AKP felaketa herî mezin e ku bi serê vî welatî ve hatiye." -
Komîsyona Çandiniyê ya DEM Partiyê: Em ê xwe li her deverê bi rêxistin bikin
Komîsyona Çandiniyê ya DEM Partiyê bal kişand ser kiryarên desthilatdariya AKP-MHP'ê ku çandinî tine kiriye û got, "Armanca me ya bingehîn ew e ku li çar aliyên Tirkiyeyê xwe bi rêxistin bikin." -
Doza 38 kesên ji HDK û HDP'ê ji bo 23'ê Cotmehê hate taloqkirin
Doza ku 38 endamên HDK û HDP'ê bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' têne sûcdarkirin, ji bo 23'ê Cotmehê hate taloqkirin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ku 42 meh in nikarin agahiyê ji xizmên xwe werbigirin, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. -
Dewleta Tirk bombe li gundekî Amêdiyê barand
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê guherzê yê li binarê çiyayê Metîna ya li sînorê bajarokê Amêdiyê, barand. -
Li Marsîlyayê standa 'Azadî ji Rêber Apo re'
Ciwanên Kurd li navenda Marsîlyayê li qada Vieux Portê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li Îmraliyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stant danîn. -
ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bakirhan: Em ê desthilatdariya dijminê Kurd û kedkaran bişînin!
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Mêrsînê bi karkerên bêtemînat têne şixulandin re li hev civiya û got: “Em ê vê desthilatdariyê ku dijminê Kurd, Elewî, kedkar, ciwan û kesên hildiberîne ye bişînin.” -
Emîne Şenyaşar a ku rakiribûn nexweşxaneyê şandin malê
Emîne Şenyaşar piştî tedawiyê li Nexweşxaneya Guven, wê şandin malê. -
Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
Emîne Şenyaşar ku çalakiya wê ya li Meclîsê hate astengkirin, rakirin nexweşxaneyê. -
Emîne Şenyaşar li Meclîsê hate astengkirin
Emîne Şenyaşar û kurê wê yê parlamenter ku li Meclîsê çalakiya xwe dewam dikin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. -
‘Girtiyên li Karabukê nayên tehliyekirin’
DEM Partî û OHD’ê, destnîşan kir ku tehliyekirina 17 girtiyên li Karabukê tên astengkirin û hat gotin, “Bêguman ev derhiqûqî bingeha xwe ji rejîma êşkenceyê ya dermirovî ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê li birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin digire. -
Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ku ev 42 meh in bi tu awayî agahî jê nayê standin, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Yekîneya Bersivdanê yê YPS’ê: Li Amedê me li notervanan xist
Yekîneya Bersivdanê ya Şehîd Reşo Amed ê YPS’ê, li dijî notervanên ku li navçeya Kayapinarê ya Amedê derketine dewriyê, çalakiyek lidar xistin. -
Parêzer Under: Desthilatdarî hemû hêza xwe ji bo Fernas Holdîngê seferber kiriye!
Parêzerê karkerên madenê Mursel Under, anî ziman ku desthilatdarî ji bo parastina Fernas Holdîngê hemû hêza xwe seferber kiriye.