Emîne Şenyaşar li Meclîsê hate astengkirin

Emîne Şenyaşar û kurê wê yê parlamenter ku li Meclîsê çalakiya xwe dewam dikin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Emîne Şenyaşar ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurekê wê jî girtî ye, çalakiya xwe ya nobedê li Meclîsa Tirkiyeyê dewam dike. Çalakî di roja 29'an de ye.

Emîne Şenyaşar û kurê wê yê Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar têkildarî çalakiya xwe li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Piştre xwestin derbasî avahiya ku Koma DEM Partiyê lê ye, bibin. Lê belê polîsên meclîsê li pêşiya malbatê bûn asteng. Polîsan diyar kirin ku ji bo astengkirina Emîne Şenyaşar biryar hatiye wergirtin û ji ber vê jî wê destûrê nedin. Lê belê negotin ku kê fermana astengkirinê daye.

Malbata Şenyaşar bi çalakiya rûniştinê nerazîbûn nîşanî astengiyê da.