Tulay Hatîmogûllari: Felaketa herî mezin a vî welatî AKP ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê axivî û got, "AKP felaketa herî mezin e ku bi serê vî welatî ve hatiye."

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya hevdîtinên “Nan û edaletê” de li Edeneyê çû serdana Odeya Esnafan a Kabzimallarê. Di dema serdanê de Hatîmogûllari bi esnafên hala fêkî-zebzeyan û komîsyonvanan re civiya û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Esnafan, gazinên xwe yên ji lêçûnan kirin û gotin berpirsyara vê rewşê desthilatdarî ye. Her wiha dosyayeke derheqê pirsgirêkên dijîn de amade kiribûn dan Hatîmogûllari û xwestin bên çareserkirin.

Hatîmogûllari anî ziman ku pêdiviya gel bi nan û edaletê heye û wiha got: “Di 22 salên desthilatdariya xwe de AKP’ê welat xist nava xizanî û birçîtiyê. Ev desthilatdarî nikare birêve bibe. Gel hewarê dike. Karesata herî nebaş a bi serî vî welatî hatiye, AKP ye.”

Hatîmogûllari destnîşan kir ku Tirkiye welatekî çandiniyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Lê ji ber polîtîkayên îktîdarê, em her tiştî ji derve dikirin. Çandinî tune kir û rê li birçîtî û xizaniyê vekir. Herêma Çukurovayê embara fêkî û zebzeyan e. Lê ji ber polîtîkayên xelet, cotkar êdî nedikarin hilberînin û ne jî bifiroşin. Gel, welêt terk dike. Divê em tevek hêviya ciwanan mezin bikin. têkoşîn şert e. Çareserî ew e ku rê li ber îthalatê were girtin, qadên çandiniyê bên kêlandin, lêçûn bên kêmkirin û alîkariyê bidin cotkaran. Heke nan tune be edalet jî nîne, heke edalet nebe bi rastî nan jî nabe.”

Hatîmogûllari û şandeya pê re wê piştre jî biçin sedana karkerên atolyeya tekstîlê ya li Şakîrpaşayê.