Girtî Necdet Ozturk: Ewlehiya canê min nîne

Necdet Ozturk ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê girtî ye, diyar kir ku ewlehiya canê wan nemaye û got ku eger tiştek bi serê wî were, berpirsyar girtîgeh e.

Necdet Ozturk li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê girtî ye. Oztgurk bi rêya telefonê li gel malbata xwe ya li Dîlokê dimîne hevdîtinê pêk anî. Ozturk binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ji malbata xwe re ragihand û destnîşan kir ku ewlehiya canê wan nemaye. Ozturk hefteyek berê jî bi rêya malbata xwe ragihandibû ku girtiyan li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya deng derxistinê û berzkirina dûrşman kiriye û vê hefteyê jî da zanîn ku ewlehiya canê wan nemaye.

Ozturk bi rêya malbata xwe anî ziman ku heke tiştek neyînî were serê wî berpirsiyar girtîgehê nîşan da û got: “Ez destnîşan dikim; heke tiştek li vê girtîgehê were serê min, berpirsiyar girtîgeh bi xwe ye. Tu însanan qebûl nakin, bila haya we jê hebe. Tevî ku cezayê muebeda girankirî li min hatiye birîn jî Wezareta Dadê, Meclis, Destûra Bingehîn gelek mafan ji bo min nas dike. Lê ez nikarim ji van mafan sûdê werbigirim. Bila haya we jî jê hebe.”