Nobeta Emîne Şenyaşar a li Meclîsê mehek li pey xwe hişt

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku li pêşiya Meclîsa Tirk daye destpêkirin, mehek li pey xwe hişt.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de ji hêla xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî hatiye girtin, mehek li pey xwe hişt. 

 Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar heta demekê li pêşiya bloka koma DEM Partiyê lê ye rûniştin. Şenyaşar, xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan. 

 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê li gel îro meha xwe temam kir.