Komîsyona Çandiniyê ya DEM Partiyê: Em ê xwe li her deverê bi rêxistin bikin

Komîsyona Çandiniyê ya DEM Partiyê bal kişand ser kiryarên desthilatdariya AKP-MHP'ê ku çandinî tine kiriye û got, "Armanca me ya bingehîn ew e ku li çar aliyên Tirkiyeyê xwe bi rêxistin bikin."

DEM Partiyê di 7-8’ê Îlonê de li Wanê sempozyûma “Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" li dar xistibû. Hevberdevkên Komîsyona Çandiniyê yên DEM Partiyê Melîs Tantan û Îbrahîm Akin danezana encamnameya sempozyûmê li navenda giştî ya partiyê bi civînek çapemeniyê eşkere kirin.

Melîs Tantan ewilî di civînê de axivî û destnîşan kir ku di sempozyûmê de wan li ser polîtîkayên çandiniyê û pirsgirêkên cotkaran gelek nîqaşan kiriye.

Tantan bal kişand ser rola AKP’ê ya 20 salên dawî li ser çandiniyê û got: “Di warê erdnîgariya Kurdistanê de rewş hîn xerabtir e. Ji ber ku ji salên 1980’an û vir ve li erdnîgariya kurdan polîtîkaya kêmkirina gel û qedexekirina deşt û mêrgan tê meşandin.  Ev berdewamiya polîtîkayên bi armanca bikaranîna kurdan weke karkerên çandiniyê yên demsalî yên li erdnîgariya Tirkiyeyê û weke keda erzan a di sektorên avahîsaziyê û xizmetguzariyê de, hilweşandina qadên jiyanê bi erdên mayinkirî, şewitandina gundan, birrîna daristanan û bendavên ewlekariyê, zêdekirina projeyên madenê û dûrxistina kurdan a ji aboriya çandiniyê ye.”

Paşê parlamenter Îbrahîm Akin axivî û destnîşan kir ku wan di sempozyûmê de formûla rêxistinkirina kooperatîfiyê ya li dijî feraseta ku cotkar û hilberîneran ji cotkariyê diqetîne pêşniyar kirine û ew ê li dijî kedxwariya cotkaran û qedandina çandiniyê rêxistinkirina xwe bikin.