Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ku ev 42 meh in bi tu awayî agahî jê nayê standin, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Sûzan Akîpa û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtîna muwekilên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Her wiha parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ji sala 1999’an ve ye di bin tecrîdeke giran de tê rehîngirtin. Serlêdanên hevdîtinê yan bi awayekî kêfî tên redkirin yan jî piştî mehan bi egereke kêfî tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Her wiha nayê zanîn ku cezayên dîsîplînê ji ber çi hatine birîn.

Biryara qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re ya 6 mehî ya herî dawiyê di 3’yê Gulana 2024’an de ji aliyê Dadgerîya Înfazê ya Bûrsayê ve hatibû dayîn.

Li gel vê biryara qedexeyê di 8 salên dawî de herî kêm 13 caran cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya 6 mehî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn.