Desthilatdarî ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ vekir
Midûriyeta Herêma 14’emîn Çandiniyê û Daristanê ya Wanê ji bo nêçîra pezkoviyan ku di xetereya tunebûnê de ne, bi awayekî “fermî” îhale vekir.
Midûriyeta Herêma 14’emîn Çandiniyê û Daristanê ya Wanê ji bo nêçîra pezkoviyan ku di xetereya tunebûnê de ne, bi awayekî “fermî” îhale vekir.
Midûriyeta Şaxa Wanê ya 14’emîn a girêdayî Wezareta Çandiniyê û Daristanê di çarçoveya “turîzma nêçîrê” de ji bo firotina kotayên nêçîrvanên biyanî ku derkevin nêçîrê îhaleya fermî weşand.
Nêçîrvan wê 480 hezar lîreyî razînin û bikaribin pezkokviyan bikujin. Ev îhale ji aliyê Midûriyeta Şaxa Wanê ve tê birêvebirin. Li gel bajarê Wanê dê li 13 bajarên din jî ji bo nêçîrê îhale bên kirin.