Derbarê rojnamevanê girtî de lêpirsîna 'nîşaneya serketinê'

Ji ber rojnamevan Celalettîn Yalçin ê di hevdîtina vekirî de ji xizmên girtiyan re nîşaneya serketinê nîşan da, lêpirsîn hat destpêkirin.

Zext û êrîşên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser girtiyan didomin.

Rojnamevan Celalettîn Yalçin li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) tê ragirtin. Yalçin di 5’ê Îlonê de di hevdîtina vekirî de bi tiliyên xwe nîşana serketinê nîşanî xizmên girtiyan da. Bi hinceta nîşaneya serketinê der barê Yalçin de lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin. Yalçin bi rêya parêzerê xwe îtîrazî lêpirsînê kir.

Yalçin bi rêya parêzer peyamek şand û diyar kir ku ev lêpirsîn bi temamî kêfî û bêhiqûqî ye û got: “Li tu devera cîhanê nîşaneya serketinê sûc nayê dîtin. Lê belê li girtîgeha Marmarayê ev cara ewil e dibe sûc. Ev parçeyek zextên li ser girtiyan e. Nikarin bi lêpirsînê vî rengî serê girtiyan bitewînin. Ev hewldanên beyhûde ne.”