Dewleta Tirk bombe li gundekî Amêdiyê barand
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê guherzê yê li binarê çiyayê Metîna ya li sînorê bajarokê Amêdiyê, barand.
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê guherzê yê li binarê çiyayê Metîna ya li sînorê bajarokê Amêdiyê, barand.
Li gorî nûçeya ajansa Rojnews’ê ya xwe spartî çavkaniyên herêmî, duh danê êvarê artêşa Tirk a dagirker navenda gundê Guherzê ya li binarê çiyayê Metîna li sînorê bajarokê Amêdiyê ser bi parêzgeha Duhokê bombebaran kir.
Her wiha hate diyarkirin ku 4 guleyên topê li navenda gundê Guherzê ketiye, lê di derbarê ziyanên bombebaranê de ti agahî nehatine belavkirin.