Girtîgeha Sulucanê: 23 saetan zexta psîkolojîk û tecrîd li girtiyan tê ferzkirin

Metîn Serhat ku ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Xarpêtê sirgûnî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Sulucanê hate kirin, diyar kir ku tecrîd û zexta psîkolojîk li girtiyan tê ferzkirin.

Girtiyê bi navê Metîn Serhat ku ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekiya Bilind a Xarpêtê sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sulucayê hate kirin, diyar kir ku zexta psîkolojîk li wan tê kirin û hatine tecrîdkirin. Serhat ku cezayê muebbedê lê hatiye birîn û 18 sal in girtî ye, di 15’ê îlonê de li malbata xwe geriya û binpêkirinên li girtîgehê vegot. Serhat, da zanîn ku girtîgeh pirtûk, lênûs û semawerî nade wan. Serhat, wiha domand: “Pereyê dema ez li Girtîgeha Xarpêtê di hesaba min de, ne şandine hesaba min a nû. Pacên girtîgehê her tim girtî ne û li ber wan têlên direhî hene. Rojê tenê saetekê em derdikevin hewşê û 23 saetan derî li ser me girtî ne. Hefteyê tenê saetekê me dibin sporê. Di esasê xwe de ev yek parçeyeke tecrîdê ye.”

Serhat, bi domdarî ev agahî da: “Niha derdora 15 heval li vir hene. Em 6 girtî li heman qatê dimînin. Li qata jêr girtiyên edlî li qata jor jî girtiyên FETO’yî hene. Dema em nû hatin lêgerîna tazî ferz kirin lê min destûr neda. Em xistin hucreyên yekkesî, zext kirin û xwestin me teslîm bigirin. Heke em di hucreyên yekkesî de jî bimînin pirsgirêk tune ye. Em ê bi her awayî têbikoşin.”