Parêzer Under: Desthilatdarî hemû hêza xwe ji bo Fernas Holdîngê seferber kiriye!

Parêzerê karkerên madenê Mursel Under, anî ziman ku desthilatdarî ji bo parastina Fernas Holdîngê hemû hêza xwe seferber kiriye.

Berxwedana karkerên madenê, ku ji ber endamtiya Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe ji kar hatin derxistin, li dijî mûçeyên kêm û xebata bê ewle yên kar ên li Madenvaniya Fernasê hatin ferzkirin, ku xwediyê wê Parlamenterê AKP'ê Ferhat Nasiroglû ye, tevî hemû binçavkirin, êrîş û astengiyan jî bi biryardarî dewam dike. Têkoşîna karkerên madenê yên li ber xwe didin, li sê şaxan dewam dike: li Somayê Madenvaniya Fernasê, li Bodrûmê otela luks a Nasiroglû û li Enqereyê jî Fernas Holdîng.

Parêzerê Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe Mursel Under, têkildarê binçavkirinên bêhiqûqî yên ku gelek car hatine kirin ji ANF’ê re axivî.

Parêzer Under, diyar kir ku Madenvaniya Fernas a ku mafê endamtiya sendîkayê di qanûnê de binpê kiriye, hem hemû rêyên hevdîtinan red kiriye û hem jî li ser medyaya civakî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji bilî 6 karkerên madenê yên bi awayekî nehiqûqî ji kar hatine derxistin, deriyên wê li hemû karkeran vekirî ne. Under got, serkar vê rêbazê ji bo dabeşkirina karkeran pêk tîne.

Onder bal, destnîşan kir ku Parlamenterê AKP'ê Ferhat Nasiroglu pozîsyona xwe ya siyasî ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye û diyar kir ku Fernas Holdîngê gelek îhale standiye û ev jî nîşana vê yekê ye. 

Under, diyar kir ku karkerên madenê heta daxwazên wan neyên qebûlkirin di berxwedanê de bi biryar in û got ku daxwazên wan ên rewa gelek hêsan in û wiha rêz kir, “Karker dixwazin mûçeyên wan bê zêdekirin, dawî li zexta li ser xebatên sendîkayê bînin, karkerên ji kar hatine derxistin ji nû ve bigirin kar û qanûnên tenduristî û ewlehiya kar misoger bikin.”