Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê

Emîne Şenyaşar ku çalakiya wê ya li Meclîsê hate astengkirin, rakirin nexweşxaneyê.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ku hevjînê wê û du kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hate qetilkirin didome.

Şenyaşar a îro ketina wê ya avahiya ku Koma DEM Partiyê lê hate astengkirin, rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû. Xebatkarên tenduristiyê yên di ambûlansa li Meclisê de disekinin mudaxileya ewil li Şenyaşarê kir. Şenyaşar pişt re bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya Meclisê.

Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar da zanîn ku ji ber nexweşiya dil dayika wî birine nexweşxaneyê.