Dayikên Şemiyê ji bo Morsumbul hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo Şahîn Morsumbul ê ku beriya 44 salan ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hate qetilkirin, hatin ba hev.

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin, cara 1017’emîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

Gelek parêzvanên maf jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Morsumbul ê ku beriya 44 salan hate binçavkirin, hate pirsîn.

Ji malbata Hasan Ocak ê ku piştî di bin çavan de hate windakirin cenazeyê wî hate dîtin, Masîde Ocak daxuyanî xwend û got: “Divê em hafizaya xwe ya bi tundî û bêedaletiyê hatî çewisandin, bi heqîqetê re bînin ba hev.”

Masîde Ocak çîroka Huseyîn Morsumbul vegot.

Birayê Huseyîn Morsumbul, Şahîn Morsumbul jî ev tişt got: “Ez dixwazim aqûbeta birayê xwe bizanim. Ez edaletê dixwazim. Em ê li cihê ku dayika min hiştî, dewam bikin.”

Piştî daxuyaniyê, çalakvanan qurnefîlên di destê xwe de danîn Qada Galatasarayê.