Doza 38 kesên ji HDK û HDP'ê ji bo 23'ê Cotmehê hate taloqkirin

Doza ku 38 endamên HDK û HDP'ê bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' têne sûcdarkirin, ji bo 23'ê Cotmehê hate taloqkirin.

Danişîna doza 38 kesên endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin îro jî berdewam kir. Danişîna 24’emîn a doza ku Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de 38 kesan li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Hin kesên tên darizandin û parêzer di danişînê de amade bûn. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr danişînê şopand.

Dozger di mutalaya xwe de 35 kesan re ceza dixwaze û der barê 3 kesan de jî biryara beraetê daye. Yên tên darizandinê û parêzeran li dijî mutalayê parastinê kirin.

Parêzera Hevserok Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Zîlan Aydin diyar kir ku miwekîla wê parlamenter e û ji ber vê yekê parêzbendiya wê heye û xwest bi vê boneye dosye bê veqetandin û darizandin demildest bê sekinandin. Aydin xwest ku miwekîla wê bêberaetkirin.

Parêzerên din jî parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin miwekîlên wan bên beraetkirin.

Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û ji bo parastinên kesên tên darizandin bê temamkirin danişînê taloqî 23’yê Cotmehê kir.