ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

-KCK’ê nerazîbûn nîşanî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da ku têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wext daye Tirkiyeyê û diyar kir ku ev biryar bi eşkere sûcên binpêkirinê yên dewleta Tirk rewa dike.

-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku wê li Frankfurt’ê bê lidarxistin, wê were şopandin.

- Gerîla Hakî Pîr li ser rewşa Tirkiyeyê û civaka Tirk got, “Dijminê herî mezin ê Tirkan qutbûna ji cewherê xwe, heqîqeta wê hatiye xerakirin û Tirkperestiya ku li ser maseyê hatiye îcadkirin e.”

- Aktivîsta TJA’yê Bahar Peker diyar kir ku ji ber polîtîkaya bêcezakirinê ya li ser kiryaran kuştinên jinan roj bi roj zêdetir dibin û got, “Em weke jin divê li dijî zîhniyeta mêr xweparastina xwe pêş bixin.”

- Xwendin li hember hemû aloziyên jiyanê mirov hişyar dike, bi taybetî ji bo gelê Kurd ku li ber şerekî çandî yê mezin e, xwendin xwedî girîngiyeke taybet e. Mamoste têkildarî vê yekê dibêje, “Ji bo agahdarbûn ji dîrok û wêjeya Kurdî, divê em bixwînin, bi taybetî mamoste ku erka perwerdekirinê li ser wan e, divê bêtir xwe di warên xwe de pêş bixin.”