ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Sekreterê Giştî yê Federasyona Xebatkarên Perwerdeyê ya Herêma Lombardia (Rojava) ya Îtalyayê Massimiliano De Conca li ser tecrîda li Îmraliyê û girîngiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.

Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Rozerîn Ocalan destnîşan kir ku di sala duyemîn a pêngavê de divê ew pêngavê bigihînin asta encamgirtinê û hîmên wê yên îdeolojîk û civakî xurt bikin.

Xwînda vê carê dema li Bakurê Kurdistanê vegeriya êdî gerîlayeke profesyonel û xwedî tecrûbe bû. Bi berpirsyariya milîtaniya Apoyî tevgeriya û li Xerzanê têkoşîn bilind kir.