Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ku 42 meh in nikarin agahiyê ji xizmên xwe werbigirin, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Emîne Konar xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ên li Îmraliyê girtî ne, bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, li Îmraliyê tecrîdkirî ye.