BI DÎMEN

Yekîneya Bersivdanê yê YPS’ê: Li Amedê me li notervanan xist

Yekîneya Bersivdanê ya Şehîd Reşo Amed ê YPS’ê, li dijî notervanên ku li navçeya Kayapinarê ya Amedê derketine dewriyê, çalakiyek lidar xistin.

Yekîneya Bersivdanê ya Şehîd Reşo Amed ê YPS’ê têkildarê çalakiya xwe ya li navçeya Kayapinar a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Şeva 11'ê Îlonê saet di 02:00’an de, yekîneyeke me li hemberî notervanên li aliyê parkê dewriye digeriyan çalakiyeke bi çek pêk anîn. Di encama çalakiyê de ji du notervanan yek birîndar bûye û yê din jî bê serûbin gule reşandiye derdor û reviya ye.”

Yekîneya Bersivdanê di berdewamiyê de ev tişt gotin, "Piştî çalakiyê, tevgereke xurt a maşînên zirxî, ambûlans û dijmin çêbû û bêserûbin binçavkirin çêbûn. Lê belê weke yekîneyekê di dema çalakiyê de ti pirsgirêkên me rû nedan û ji bo plansaziya xwe ya dema pêş çêbikin em ê careke din bikevin nava liv û tevgerê." 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hemû kesên ku hewl didin bajarên me bikin hêlîna siyaseta qirêj, hewl didin exlaqê civaka me têk bibin û ciwanên me ji rê derxin, di hedefa me de ne. Ji bo civakeke paqij, em ê hêzên dagirker û hevkarên dijmin ji bajarên xwe bavêjin."