Nobeta li Colemêrgê di roja 12’emîn de ye

"Nobeta rêzgirtina ji vînê re" ya li Colemêrgê di roja 12’emîn de bi beşdariya komên ji Mûş û Wanê hatine berdewam kir.

NOBETA LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ

Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî di 3'yê hezîranê de waliyê Colemêrgê wek qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hatibû kirin û Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî hatibû girtin. Çalakiyên li dijî desteserkirinê berdewam dikin. Çalakiya "Nobeta rêzgirtina ji vînê re" ya ku Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) di 25'ê Hezîranê de li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dabû destpêkirin, di roja 12'emîn de ye. Komên ku ji Mûş û Wanê hatin û beşdarî nobeta li ber Bazara Gel a Şaredariyê bûn domandin.

 Gelek dovîz li cihê nobedê hatin daliqandin. Gelek welatî jî tevlî nobetê bûn.