Dewleta dagirker li Pênciwênê bombe li gundekî barand, şewat derxist

Dewleta Tirk a dagirker vê carê bombe li gundê Badîna yê li bajarokê Nalparêz a navçeya Pênciwên a Silêmaniyê barand û bû sedemê şewateke mezin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û biçek bombe li gundê Badîna yê li bajarê Nalparêz a li navçeya Pênciwên barand. Piştî bombebaraê, li herêmê şewateke mezin derket.

Qada ku hatî bombebarankirin, bi sedan kîlometreyan dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê ye.

Tevî binpêkirina eşkere jî, hikûmeta Bexdayê bêdengiya xwe diparêze û dewleta Tirk jî ji bo êrîşên xwe yên dagirkeriyê bawerî bi PDK’ê tîne.

84 BAREGEHÊN LEŞKERÎ Û QEREQOL AVA KIRIN, DI MEHEKÊ DE GUND VALE KIR

Tîmên Pêkanîna Aştiyê ya Civakî (Christian Peacemaker Teams-CPT) bîlançoyek weşand. Li gorî bîlançoyê di pêla êrîşa nû ya ku 15’ê Hezîranê destpê kirî de, 9 gund bi temamî hatin valakirin û herî kêm 184 malbat ji cihên xwe bûn.

Her wiha CPT’ê diyar kir ku dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê 10 baregehên din li ser 74 baregeh û qereqolên leşkerî zêde kiriye û ev hejmar gihişt 84’an.

Di nava baregehên nû de, li herêma Nihêlî ya Amêdiyê 2, li herêma Batîfa ya Zaxoyê 7 û li herêma Sîdekan a Soranê baregehek nû tê dîtin.