MLKP: Em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û axa Kurdistanê biparêzin

Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst-Kurdistan (MLKP-Kurdistan) ragihand ku ew ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê axa Kurdistanê biparêzin.

DAXUYANIYA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

MLKP’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Dewleta burjuvazîya faşîst a Tirk a mêtinger bi piştgirîya PDK û hikûmeta Iraqê êrîşên xwe yên dagirkerîyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfireh dike. Çîyayên me tên bombekirin, gundên me tên valakirin, gelê me bi darê zorê tên koçber kirin. Bi gazên kîmyewî û bombeyên nûkleerî yên taktîkî êrîşeke qirkirinê tê kirin.”

MLKP’ê destnîşan kir ku li ser bingeha êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk  xewna Osmanîyan a bi sedsalan heye û got: “Ber bi îlhaqkirina axên Başûrê Kurdistanê heta Mûsil û Kerkûkê ve diçe. Dewletên NATO’yê ku herî dawî li hev civîyan û bi awayekî vekirî nîyeta xwe ya ji bo cîhanê ber bi şerê cîhanê yê sêyemîn ve bikişînin eşkere kirin, piştgirî didin sîyaseta qirkirin û dagirkerîyê ya dewleta Tirk. DYE û emperyalîstên rojava di eksena Rojhilata Navîn de roleke taybet didin dewleta burjuvazîya Tirk a ku mêtingeha wan a aborî-malî ye. Dewleta Tirk tevî Îsraîl ku qetlîamên xwe yên li Filistînê didomîne, Rojhilata Navîn dikişîne nava kaoseke mezin. Dema ku tovên nakokîyê di nava gelan de tê çandin, li herêmê bingeha baregehên leşkerî ya DYE ya emperyalîst tê avakirin.”

Dewleta burjuvazîya Tirk, şer û kaosa sîyasî ya li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, weke palpişta armanca xwe ya ku bibe hêzeke herêmî dibîne. Hewl dide ku ji nakokîyên DYE û Rûsya yên emperyalîst sûd werbigire. Bi armanca xwe ya ku bibe aktorek sîyasî ya herêmî, stratejîya  berfirehbûnê dimeşîne. Bi xeyalkirina pêşerojeke ku tê de sînor dê biguherin, berê xwe dide berfirehkirina erdan. Ji Efrînê heta Bradostê li ser axa ku dagir kirîye baregehên leşkerî ava dike. Çeteyên îslamî yên sîyasî yên faşîst ên ku ew mezin kirine li herêmê bi cih dikin û bi destê walîyên mêtinger nîzamekê ava dikin.

Serekê faşîst Tayyîp Erdogan ê ku planên Împaratorîya Osmanîya Nû çêkir, dixwaze kevirên sînorên Mîsaq-i Millî (Peymana Netewî) deyne. Li herêmê rezervên neftê îştaha wî zêde dike. Dixwaze senaryoya îlhaqkirina ji Helebê heta Mûsil û Kerkûkê ya ku bi destê çeteyên DAÎŞê nekarî pêk bîne, di şexsîyeta hêzên artêşa xwe di qadê de, bike rastî. Çeteyên bermahîyên DAÎŞ’ê yên Îslama sîyasî li Sûrîyeyê, PDK-Mala Barzanî li Başûrê Kurdistanê weke hêzên hevkar ên planên mêtinger bi cih dikin.PDK- Mala Barzanî di xeta xwe ya hevkarî û xîyanetê de kûr bûye.”

MLKP’ê bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê û got: “Yekane hêza ku li dijî dagirkerîya Başûrê Kurdistanê li ber xwe dide, gerîlayê azadîya Kurd e. Li Zap, Garê, Metîna û li çîyayên azad ên Kurdistanê gerîlayên welatparêz û komunîst li ser xeta berxwedanê ya fedaî dagirker rawestandin. Vê yekê kir ku ew nikaribe pêşde here. Artêşa Tirk ku her roj derbeyên giran dixwe, bêyî piştgirîya PDK û hikûmeta Iraqê nikare tevbigere. Ji ber vê yekê dest bi hedefgirtina gelê Başûrê Kurdistanê kirin. Armanca wan bi bombebarankirina gundan, dorpêçkirina navçeyan, bi zorê koçberkirina gel û bi danîna nuqteyên kontrolê li ser rêyan, valakirina herêmê ye.”

MLKP’ê bi berdewamî got: “Niha careke din dem hatîye ku em ji bo azadîya axa Kurdistanê û gelê xwe rabin serhildanê. Gelê me yê ku qet ji bedêl dayînê paş nemaye, wê vê rola dîrokî bilîze û mêtingeran li çîyayên Kurdistanê binax bike. Îradeya berxwedanê ya rûmet û azadîyê wê bi ser bikeve.

Em bang li hemû gelê xwe yên li Tirkîye, Iraq û Sûrîyeyê, bi taybetî jî gelê xwe yê kedkar ên gelên serdest ên Tirk û Ereb dikin, li dijî van êrîşên qirker, dagirker û mêtinger têkoşînê bilind bikin. Heta ku Kurdistana di bin mêtingerîyê de ye azad nebe, tu gel azad nabe. Em bang li hemû partî û rêxistinên pêşverû, şoreşger, rêxistinên girseyî yên demokratîk û rewşenbîrên birûmet ên çar parçeyên Kurdistanê û herêmê dikin ku li dijî vî şerî û dagirkerîyê serî hildin.”