Li Amedê dagirkerî û xiyanet hate protestokirin

DBP, TJA û DEM Partiyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kirin ku PDK şirîkatiya şerê li dijî Kurdan dike û ev êrîş li pêşiya statûya Kurdan asteng in.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê pêk tên şermezar kirin. Daxuyanî li Qada Şêx Seîd (Qada Deriyê Çiyê) ya Amedê hat lidarxistin. Nûnerên gelek sazî û rêxistinan beşdarî daxuyaniyê bûn. Tevî hemû astengî û gefa polîsan jî daxuyanî hat dayîn. Girseyê di nava dorpêça polîsan de daxuyanî da.

Beriya daxuyaniyê Hevseroka DBP'a Amedê Sultan Yaray axivî û dorpêça polîsan şermazar kir. Yaray bal kişand ser êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku divê gelê Kurd li dijî êrîşan bibe yek û li ber êrîşan rabe.

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehemt Kamaç metna daxuyaniyê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Desthilata AKP-MHP'ê ji sala 2018'an ve ye bênavber qirkirina li ser gelê Kurd didomîne. Em dibînin ku Suleyman Soylûyê ku wek pêlîstoka vê desthilatê yê şerê taybet kar dike û Hakan Fîdanê ku wek şerhezekî ji bo rê li ber şer veke çend kesan dişîne welatên cîran û hewl dide 8 fuzeyan bavêje, di mijara qirkirina gelê Kurd de xwedî roleke mezin in. Tirkiye ku taşerontiya polîtîka û stratejiyên NATO'yê yên li ser şerê Rojhilata Navîn digire ser xwe, ji 30 salî zêdetir e ku herêma Kurdan kiriye çemê xwînê. 10 salên dawîn jî serkêşiya vê taşerontiyê rasterast li ser Hakan Fîdan bi rê ve dibin.

Piştî ku Fîdan bû Serokê Karên Derve, zêdetir lez dan qirkirina li ser Gelê Kurd û qada wê ya sîyasî berfirehtir kirin. Xala dawîn a vê qirkirinê jî, şirîkatiya şer a bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re ye ku ev şirîkatî ji salên 90'î ve dest pê dike. Bi taybetî Zaxo, Barzan, Dihok, Amêdiye û Hewlêra ku wek Başûra Mezin tê zanîn bi salan e di bin destê Tirkiyê de ye. ji zû ve haya me ji ve yekê hebû, me wan deman pêşiya xwe didît û me di vê çarçoveyê de hişyariyên xwe yên pêwist kiribû; me ragihandibû ku eger hebûna îstîxbarat û leşkerên Tirkiyeyê ya li Başûra Mezin mayinde be ev risk e û ew ê encamên wê jî gelekî giran bin. Îro rewşa heyî, mixabin metirsiyên me yên di vî warî de piştrast dike.

Êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê di serî de bi giştî ji bo çareserkirina pirsgrêka statûya Kurdistanê ya demokratik astengiyek mezin e. Ev êrîş di heman demê de hişmendiya utopyaya neo-osmanî ye ku Kerkûk û Mûsilê jî dihundirîne. Lê em ji çarçoveya êrîşan jî fêm dikin ku Başûra Mezin jî bûye perçeyek ji Misak-î Millî'yê. Rêveberiya sîyasî ya vî perçeyî, aktorê sereke yê van êrîşan e. Êrîş û amadekariyên ku vê dawiyê hatin kirin, valakirina gundan, koçberkirina sivîlan û di nav sînorên Iraqê de kontrolkirin nasnameyan van polîtîkayan piştrast dike.

Tirkiye dixwaze ku, êrîş û polîtîkayên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bi nîqaşên sedsala nû bi aliyê xwe ve bikşîne. Ji ber vê yekê hem Hikûmet Navendî ya Iraqê, hem Rêveberiya Kurdistana Başûr hem gelên ku li vir dijîn manîpule dike û li gor xwe bahaneyek xurt derdixe pêş. Gotegot û axaftinên ku dema Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin, digotin niha heman tiştî ji bo rewşa Kurdistana Başûr a heyî jî dikin. Çawa ku dema Tirkiye Rojava dagirkir em li hember rêveberiya defacto sekinîn îro jî em dixwazin bibêjin ku em li hemberî kirinên li Başûrê Kurdistanê jî disekinin û em dûbare dikin ku em ê dev ji vê têkoşînê bernedin.

SIYASETA PDK'Ê DÛRÎ BERJEWENDIYÊN KURDAN E

Tirkiye hewl dide ku siyaseta dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê bi awayekî mayînde berdewam bike, em dibînin ku di heman demê de vê yekê bi piştgiriya dînamîkên herêmê dike. Tirkiye li Başûrê Kurdistanê ku li hin herêman baregehên leşkerî ava dike, nasnameyan kontrol dike û organîzekirina fealiyetên prowakatîf ên weke êgir, heger mirov bifikire ku bêyî desthilatdariya PDK'yê ye, wê bibe nêzîkahiyeke xweşbînî. PDK bûye hêza birêxistinkirina pêvajoyeke ku nikare hesabê wê bide gelê Kurd. Axa Başûrê Kurdistanê ku bi berdêlên mezin hatiye bidestxistin, ji bo berjewendiyên biçûk, hatiye telefkirin. Ev siyaseta PDK'yê ya paşverû ku dûrî berjewendiyên Kurdan ên demokratîk e, wê tu carî hemberekî wê ya civakî tune be.

PDK XIYANETÊ DIKE

Gelê Kurdistanê, yên ku axa Kurdistanê ji bo dagirkeran vedike, ne weke welatparêz, weke hevkarên dagirkeran ên herêmî bi bîr bîne. Teqez weke sala 2014'yan dema DAÎŞ'ê êrîşî Kurdên Êzîdî kir, hêzên herêmê ji aliyê desthilatdariya herêmî ve, bi jenosîdekê re rûbirû hatin hiştin. Wê rojê dagirkeriya DAÎŞ’ê ku heta Beriya Mûsilê hatin, bi berxwedana yekîneyên herêmê hatin şikandin, îro bi polîtîkayên navnetewî ya NATO û hevkarên herêmê li Başûrê Kurdistan di unîformayên TSK de derdikevin holê. Nêzîkatiya ku ne Tirkî, ne jî PDK, desthilatdariya Rojava ya Xweser nas nake, îro bi dagirkirina Kurdistanê, encamê siyaseteke çawa ye, bi hemû Kurdan dide îspatkirin.

Îro ew dem e ku bi awayekî rastîn were pênasekirin û tekoşîn were kirin. Rewşa ku PDK tê de ye, bi wateya rastîn, xiyanet e. Bûyina li cem aqilekî ku destkeftiyên gelê Kurd bi kedeke mezin û berxwedaneke bêhempa stendiye, ji bilî xiyanetê tu pênaseyên din tune ye.

BANG LI PDK'Ê HAT KIRIN

Li vir, banga me ji bo dagirkerên Tirkiye û PDK'ya ku nikare xwe ji derûniya mêtingeriyê ya polîtîze bûye; Wê têkoşîna gelê Kurd a bi rûmet tu carî neke destekî tenê. Wê sekna kolektîf, birêxistin û polîtîk tu caran bi şûn de nekeve. Wê ev têkoşîn nekeve bandora malbatekê yan jî siyaseta hêza navendî. Weke her dem, îro jî li ser berjewendiyên gel û nirxên bingehîn bimeşe. Lê kesên hewl didin ku vê tekoşîna birûmet hilweşînin û ji armanca wê bidûr bixin û bêqîmet bikin, wê li hemberî edaleta dîrokî mahkûmê tunebûnê bibin."