Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kaya, piştî 6 salan radest kirin
Gerîlayê HPG’ê Mahsum Kaya di sala 2018’an de li bejahiya Şirnexê, di bombebarana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Cenazeyê Kaya piştî 6 salan radestî malbatê hate kirin.
Gerîlayê HPG’ê Mahsum Kaya di sala 2018’an de li bejahiya Şirnexê, di bombebarana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Cenazeyê Kaya piştî 6 salan radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahsum Kaya ku di 18’ê tîrmeha 2018’an de li gundê Elemûnê yê navçeya Qileban a Şirnexê di encama bombebaranê de şehîd bûbû, 6 sal piştre radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê Kaya li goristana bêkesan a li Şirnexê hatibû definkirin. Piştî mînakên DNA’yê yên malbatê hev girtin, cenaze hate teslîmkirin.
Malbatê cenazeyê şehîd li gundê Akdîrek ê navçeya Palo ya Xarpêtê defin kir.