Şandeya KNK'ê çû serdana Tevgera Azadî

Şandeya KNK'ê ya bi serokatiya Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, di çarçoveya serdanên li Başûrê Kurdistanê de serdana Tevgera Azadî kir.

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di demeke ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker her ku diçe zêde dibe, li Başûrê Kurdistanê xebatên dîplomatîk dimeşîne. 

Şandeya KNK’ê ya di bin serokatiya Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs de çû serdana navenda Tevgera Azadî ya li Silêmaniyê.

Şandeya KNK'ê ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî Tara Huseyîn û endamên wê ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî û rewşa Kurdistanê. Her wiha geşedanên herêmê û êrîşên dagirkeriyê hatin nirxandin. 

Hat zanîn ku wê xebatên şandeya KNK’ê ya li Başûrê Kurdistanê berdewam bikin.