BI DÎMEN

Dewleta Tirk bombe li Şêladizê barand, kesek hate qetilkirin

Dewleta Tirk a dagirer sînorê Şêladizê yê ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kir. Di encama êrîşê de kesê bi navê Osman Mîrweysiye hat qetilkirin.

DEWLETA TIRK KESEK QETIL KIR

Li gorî nûçeya Rojnewsê, dewleta Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî derdorê saet di 09:40’an de bi balefirên bê mirov sînorê Şêladizê yê ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kir.

Hate diyarkirin ku di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de welatiyek hat qetilkirin.

Hate hînbûn ku navê kesê şehîd bûye, pêşmergeyê bi navê Osman Mîrweysiye ye.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê roj bi roj dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfireh dike. Tevî dagirkeriya bi eşkere, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdeng in.