CPT: Di mehekê de 9 gund hatin valekirin û 184 malbat jî hatin koçberkirin

Tîma Avakirina Aştiya Civakî bîlançoya mehekê ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir û ragihand, “Di mehekê de 9 gund hatin valekirin û 184 malbat jî hatin koçberkirin.”

Tîma Avakirina Aştiya Civakî (Christian Peacemaker Teams-CPT), bîlançoya mehekê ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê eşkere kir. CPT’yê di rapora xwe de diyar kir ku piştî êrîşên dagirkeriyê yên di 15’yê Hezîranê de destpê kiribûn bi tevahî 9 gund bi temamî hatin valakirin û herî kêm 184 malbat jî koçber bûn.

CPT’yê di rapora xwe de destnîşan kir ku piştî operasyonên ku di 15’ê Hezîranê de dest pê kirin, bi tevahî 9 gund bi temamî hatin valakirin û herî kêm 184 malbat jî koçber bûn.

Çavkaniyên din yên girîng yên di raporê de eşkere dikin ku nêzî 68 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîne, dêr, kargehek tehînê, wesayitek, 2 projeyên avê û 19 malên sivîlan zerer dîtine yan jî wêran bûne.

Li gorî raporê, di encama armanckirina torên elektirîkê û bircên elektrîkê de, ziyaneke mezin li jêrxaneya gundên Ber Garê û Miska rû daye. Her wiha tê gotin ku şîrketên telekomunîkasyonê li zêdetirî 110 gundan tora xwe qut kirine.

Rapora CPT’yê wiha ye:

“Êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk ku di encamê de bombebaranên dijwar hatin kirin û debara aborî ya şêniyên herêmê hatin rûxandin. Bi taybetî jî gundên li deverên Amêdiyê û Batîfa bi gelek zererên çandiniyê û jîngehî re rûbirû man. Malbatên ku koçberî Dêrelok û Dihokê bûne, bi bêkariyê re rûbirû ne û hinek jî hewl didin bi karkertiyê debara jiyana xwe bikin.

Di encama êrîşên dagirkeriyê de herî kêm 68 hezar hektar zeviyên daristanî û çandiniyê şewitîne. Cotkarên herêmê van zeviyan ji bo çandina zebze, fêqî û nok bikar tînin. Di encama êrîşên ku ji baregeheke leşkerî ya nû hatiye avakirin li nêzî Girê Biharê, gundê Guherzê yê ku 10 kîlo metre dikeve başûrê rojhilatê navçeya Amêdiyê, herî kêm 45 caran hatiye bombebarankirin û 6 mal, wesayîtek û projeyek ya ava çandiniyê zerer dîtine.

Di encama êrîşan de sivîlek birîndar bûye. Di 12’ê Tîrmeha 2024’an de Nêçîrvan Hekîm ê ku dema li herêma Sîdekan şivantî dikir, ji ber topbarana baregeha nû ya artêşa Tirk a dagirker birîndar bû. Di encama êrîşan de ji bilî qutbûna telekomînîkasyonê ya bi gundan re, bi peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ re rûbirû hatin.

Dewleta Tirk hejmara baregeh û qereqolên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê ku bi giştî 74 e û 10 baregehên din zêde kir. Di nav baregehên nû de 2 baregeh li herêma Nihêlî ya Amêdiyê, 7 baregeh li herêma Batîfa ya Zaxo û baregehek jî li herêma Sîdekan ya Soran hene. Her wiha artêşa Tirk danê êvarê nuqteyeke kontrolê û bi şeve jî herî kêm 2 nuqteyên kontrolê yên demkî ava kirin û dest bi kontrolkirina nasname û wesayîtên hemû sivîlan kirin.”