Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê hevdîtinan dike

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus li Hewlêrê serdana partiya Komunî hizba Komunîst ya Kurdistan, Zehmetkêşan ya Kurdistan û Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan kir û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk anî rojevê.

SERDANA KNK’Ê YA JI BO BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Qeremus li Hewlêrê serdana hizba Komunîst ya Kurdistan, Zehmetkêşan ya Kurdistan û Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan kir.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus destpêkê serdana Hizba Zehmetkêşan ya Kurdistanê kir û ji aliyê sekreterê Hizba Zehmetkêşan Belên Ebdula û endamên hizbê ve hate pêşwazîkirin.

Piştre jî serdana Hizba Komunîst ya Kurdistanê hate kirin û hevserokê KNK’ê ji aliyê sekreterê Komîteya Navendî ya Şuî Dr. Kawe Mehmud ve hate pêşwazîkirin.

Piştî vê jî hevserokê KNK’ê serdana Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan kir û ji aliyê rêveber û endamên tevgerê ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyan di serdana hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus ya ji bo her 3 partiyên siyasî de, behsa dadgehkirina doza şehîd Denîz Cewdet Bulbun  ku du carin tê taloqkirin, hatiye kirin.

Her wiha behsa dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê hate kirin û hate gotinku hemû aliyên siyasî di çarçoveya projeyek nîştimanî de lihev kom bibin.

Tê payîn serdana Hevserokê KNK’ê di rojên pêşde ya ji bo partiyên din yên siyasî dewam bike.