ANALÎZ

Barzanî û îtifaqeke çaraliyî li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê!

Erk û berpirsyariya gelê me yê başûrê Kurdistanê di vê qonaxê de giran e, divê gelê me rê nede şerê xiyanet û xiyanetkaran û bertekên xwe yên demokratîk û welatparêzane û neteweyî nîşan bide.

Barzanî di sala 1996’an de çû Bexdayê û bi Sedam Hisên re li hev kir û di 31’ê Tebaxê de bi sedan tankên Beesî êrişî Hewlêrê kir û bi sedan pêşmerge û gel qetil kirin. Ji sala 95’an heta sala 97’an di gelek operasyonan de bi hevkariya leşker û kirêgirtiyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gerîlayên azadiya Kurdistanê kir û li bajarê Hewlêrê bi fermandariya Cemal Motke di saziyên çandî û çapemeniyê de û di Heyva Sor û Komelea Hunerî de bi sedan kadroyên azadiyê qetil kirin û beşdarî şerê xiyanetê bû. Bi heman awayî di 3’yê Tebaxa 2014’an de civaka Êzidî di nav lepên DAÎŞ’ê de bi tenê hişt û komkujiya Êzidiyan dubare kir.

Mesûd Barzanî di 3’yê Tebaxa 2024’an serdana Bexdayê kir û beşdarî civîna Çarçoveya Hevahengiyê bû û di bernameya serdana xwe de bi serokên Şîe û konsolên rejîma Îranê û dewleta Tirk ên Bexdayê re civiya. Di 2’yê Tîmeha 2024’an Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de li Bexdayê bi lihevanîna planeke manîpulatîf PKK tometbar kir ku qaşo agir berdaye bazar û dikan û molên Hewlêr û Kerkûkê û roja din bi sedan tank li xeta Kanî Masî, Bamernê, Şêladizê û Amêdiyê bi rênîşandana PDK û Bexdayê derbasî başûrê Kurdistanê bûn û li çend cihan xalên kontrolê danîn û dest bi kontrolkirina herêmê kirin û şeva 3’yê Tebaxa 2024’an balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi tundî Herêmên Parastina Medyayê bombebaran û kîmyabaran kirin. Her ji Çiyayê Metînayê bigire heta Qendîl û Xinêre û Xakurk û Asos û Pêncwênê û li piraniya herêmên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê operasyonên leşkerî yên leşkerên Tirk û kirêgirtiyên wê tên meşandin, balafirên bêmirov û balafirên şer asîmanên başûrê Kurdistanê rapêçane.

Hevpeymaniya AKP-MHP-HUDA-PAR û artêşa Tirk ku di qada leşkerî û siyasî de li hember gerîlayên azadiya Kurdistanê û tevgera girseyî ya gelê Kurd li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê têk çûn û derbeyeke mezin xwarin, bi neçarî Wezîrê Derve û Recep Tayyip Erdogan bi xwe hatin ber lingên Bexda û Hewlêrê ji bo şerê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê û daxwaza alîkariyê ji hikûmetên Hewlêr û Bexdayê kirin û di 1’ê Tebexa 2024’an de dewleta Tirk a dagirker deriyê Derkarê û Serzêrî bi hinceta nûjenkirinê ji hatûçûna welatiyên re girt, lê çavkaniyên herêmî diyar kirin ku girtina van deriyan ji bo wê yekê ye ku dewleta Tirk dixwaze dûr ji çavên welatiyan leşker û kirêgirtiyên artêşa xwe bi çek û cebilxaneyê ji wan deriyan derbasî başûrê Kurdistanê bike.

Mesûd Barzanî çima çû Bexdayê?!

Mesûd Barzanî çima çû Bexdayê û bi Çarçoveya Hevahengiyê û konsolên Îran û Tirkiyeyê re civiya? Barzanî li hember beşdarbûna şerê gerîlayên azadiya Kurdistanê û komploya nû li hember tevgera azadîxwaz a gelê Kurdistanê çi soz û peyman girtine?

Dewleta Tirk a dagirker û hevpeymana sê alî ya AKP-MHP-HUDA-PAR’ê ji bo ku zerarên têkçûnên xwe yên leşkerî û siyasî qerebû bikin û xwe ji hilbijartineke pêşwext vedizin û nerazîbûnên navxweyî yên Tirkiyeyê bêdeng bikin û zextên derve kêm bikin, pêwîstiya wan bi şer heye. Ji ber ku dewleta Tirk li ser şer û komplo û komkujî û xiyanetê xwe ava kiriye. Li hember vê yekê, rewşa PDK’ê li başûrê Kurdistanê ji rewşa dewleta Tirk a dagirker xerabtir û aloztir e û bi hezar û yek teqle û bi navbeynkariya rejîma Îranê, Hikûmeta Federal a Iraqê û Dadgeha Bilind a Federal zext û giraniyên xwe li ser Hewlêr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêm kirin. Hikûmeta Federal a Iraqê jî bi heman awayî ji gelek aliyan ve di bin zextê kolan û alîgirên Sedr û dewleta Tirk û rejîma Îran û Suniyên Iraqê de ye. Heft meh in ku parlamentoya Iraqê bê serok e, alîgirên Sedr daxwaza hilbijartina pêşwext dikin. Rejîmên Tirk û Îranê bi girtina ava çeman û bi zextên xwe yên siyasî Hikûmeta Iraqê rûbirûyî vê rewşê kirine û Hikûmeta Hevpeymana Niştimanî ku Barzanî û Helbûsî tê de cih digirtin, li ber hilweşandinê ye û ji bo ku hikûmeta wan berdewam be, divê Barzanî di nav hikûmetê de bimîne û kesekî ku eniya Şîe erê dike, divê Kurd jî dengê xwe bidin wî da ku bibe serokê parlamentoyê.

Diyar e di van civînan de soz dane Barzanî ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê paş bixe. Jixwe Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ji bo hesabên bankayê yên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê biryar da û got ku hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dikarin li kîjan bankayê bixwazin ji xwe re hesabê bankayê vekin, ew azad in. Demeke dirêj li hember "Hejmarî Min" [Hesabê Min] ku ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hatibû vekirin, Banka Navendî ya Iraqê israr dikir ku ji bilî şaxên fermî yên Banka Navendî ku li bajarên Herêma Kurdistanê jî şaxên wê hene, bi bankayên din re miamele neyên kirin. Dibe ku li ser hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê jî hin hêsankarî bên kirin û nermtir tev bigerin, lê belê esasen aliyê Iraqî zêdetir dixwaze pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan, bi taybetî pirsgirêka navbera PKK û PDK’ê kûrtir bike û di vê ava şêlû de masiyê xwe bigire û xwe ji mijara mafê xwerêvebirina demokratîk a Êzidiyan dûr bigire û ji aliyê din ve jî dewleta Tirk a dagirker jê re hinek ava bendavan berde û di mijara Rêya Pêşveçûna Aboriyê de ku tê plankirin ku dê ji Besrayê heta  Mûsil, Rebîa û Silopyayê be, alîkariya vejandina jêrxaneya dewleta Iraqê bike û bi rêya şirketên xwe di avakirina Iraqê de alîkariya Iraqê bike. Heta niha dewleta Tirk a dagirker û PDK nahêlin ku ji bo bajarê Kerkûkê parêzgarek bê danîn, li hemberî vê yekê diyar e hin tawîzan dixwazin.

Hêzên navneteweyî bi taybetî Amerîka di vê qonaxê de jê re ne pirsgirêk e ku şer û rikaberiya gel û pêkhate û aliyên siyasî yên li Rojhilata Navîn, bi taybetî yên li Kurdistanê derkeve. Ji ber ku Amerîka niha di çend eniyan de di nav şer û nakokiyan de ye û ji hêla din ve mijûlî amadekariyên hilbijartina serokatiya Amerîkayê ye ku dê di dawiya salê de pêk were. Lewma Amerîka lembeya kesk ji wan re vêxistiye ku şerekî wiha li dijî tevgera azadîxwaz a gelê Kurdistanê û gerîlayên azadiyê bikin.

Tevî wê komploya çaraliyî  ya li dijî gerîlayên azadiyê, dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê bi sedan çeteyên DAÎŞ’ê li Behdînan û Kerkûk û Silêmanî û Germiyan û Qereçoxê bi cih kirine ku Berdevkê YNK’ê Se’dî Ehmed Pîre di axaftina xwe ya 2’yê Tebaxa 2024’an de eşkere kir. Her wiha Pîre ragihand ku nav û wêne û cihê mayînê yê DAÎŞ’iyan a li Berwarî Bala tê zanîn. Diyar e dewleta Tirk a dagirker û PDK û NATO û Amerîka bi bicihkirina komên çete yên DAÎŞ’ê li nêzîk sînorên Îranê hemfikir in û demdirêj li ser komployekê difikirin. Ne dewleta Iraqê û ne jî PDK’ê li ser hebûna wan komên çete li wan herêman daxuyaniyek nedaye, deng ji wan nayê. Di vir de pirs ew e gelo ew çeteyên DAÎŞ’ê tenê ji bo dijayetîkirina gerîlayên azadiya Kurdistanê li wan sînoran hatine bicihkirin yan planeke din heye?

Tiştê ecêb ew e ku dewleta Tirk a dagirker û Iraq û PDK ji ber berjewendî û parastina desthilata xwe, ev tifaqa çaraliyî çêkirine û kuştin û birîndarbûn û malwêranbûna gel ne di xema van hêzan de ye. Berê jî bi hezaran pêşmerge ji bo berjewendiyên dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê kirin qurbanî. Ew komploya ku îstixbarata hevpar a PDK û dewleta Tirk a dagirker û Iraqê li hember tevgera azadîxwaz a Kurdistanê çêkiriye, ji vê hêlê ve plana wê hatiye kirin. Eger na, gelê Kurdistanê bi giştî û gelê me yê li başûrê Kurdistanê bi taybetî baş dizane ku di dema êrişên çeteyên DAÎŞ’ê de kê Hewlêr û Kerkûk û herêmên veqetandî parastine, kê bi sedan hezar Êzidî ji komkujiyê parastine û bi vî awayî rûmeta Iraqê parast û rê li ber zêdetir rûreşiya PDK’ê girt. Lewma pêwîst e gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn nehêlin ku ev hêzên paşverû û dijdemokrasî û neneteweyî komployeke wiha çepel çêkin û bi çalakiyên girseyî û bi bertek û xwepêşandanan hewl û komployên van hêzan û siyaseta wan a manîpulatîf şermezar bikin. Bi taybetî erk û berpirsyariya gelê me yê başûrê Kurdistanê di vê qonaxê de giran e, divê gelê me rê nede şerê xiyanet û xiyanetkaran û bertekên xwe yên demokratîk û welatparêzane û neteweyî nîşan bide.