Dewleta Tirk bombe li gundê Guherzê barand, şewat derket
Li gundê Guherzê yê navçeya Amêdiyê ya Duhokê, di encama bombebarana dewleta Tirk de şewat derket. Gundiyan hewl dida şewatê vemirînin, lê hatin astengkirin.
Li gundê Guherzê yê navçeya Amêdiyê ya Duhokê, di encama bombebarana dewleta Tirk de şewat derket. Gundiyan hewl dida şewatê vemirînin, lê hatin astengkirin.
Du caran êrîşa hewayî li ser gundê Guherzê yê navçeya Amêdiyê pêk hat. Di encama bombebaranê de li herêmê şewateke mezin derket û mudaxeleya gundiyan a ji şewatê re hate astengkirin.
Hat ragihandin ku bi hemwextê êrîşan re, li herêmê sewqiyatên leşkerî bê navber dewam dikin.