BI DÎMEN

Mela Îdrîs Jaleyî: Divê Misilman dagirkeriyê qebûl nekin

Alimê dîn ê Kurdistanê, melayê Mizgefta Kelarê Mela Îdrîs Jaleyî têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk axivî û got: "Her kesê ku li ser ax û welatê xwe ji bo rûmeta xwe bê kuştin şehîd e û parêzvaniyeke pîroz kiriye, li ba Xwedayê mezin şehîd e."

Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker her ku diçin zêdetir dibin. Têkildarî vê yekê alimê dîn Mela Îdrîs Jaleyî ji ANF’ê re axivî.

'TIRKIYE HEWL DIDE DEMOGRAFIYA KURDISTANÊ BIGUHERÎNE'

Mela Îdrîs Jaleyî da xuyakirin ku welatên cîran di dîn de hevpar in lê mixabin me dagir dikin û wiha domand: “Em welatekî mezin in ku jê re dibêjin Kurdistan, mixabin di rewşa niha de ew rastî heye ku Kurdistan li ser Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hatiye dabeşkirin. Welatên cîran ku di dîn de hevpar in, me dagir dikin, ji bo Kurdan ew dagirker in. Tevî vê yekê jî mixabin îro bi van êriş û dagirkeriyên ku Tirkiye dike, em du caran tên dagirkirin. Başûrê Kurdistanê mixabin danîne ser Iraqê, Tirkiye tevî vê rewşê jî dest jê bernade û destûr nade ku em li vir jî bijîn û azad bin. Êrişî ser axa Kurdistanê dike, hewl dide demografiya Kurdistanê biguherîne, hewl dide cihê jiyana hemwelatiyan xerab bike û malên wan hilweşîne. Di dînê pîroz ê Îslamê de xerabkirina cihan û qirêjkirina jîngehê qedexe ye û divê Misilman li hemû cîhanê dengê xwe derxin û vê yekê qebûl nekin.”

'TIRKIYE DIXWAZE BI RÊYA ÇANDÊ ME DAGIR BIKE'

Mela Îdrîs Jaleyî diyar kir ku dewletên dagirker ên li Kurdistanê dixwazin dîrok û zimanê xwe li ser gelê Kurd ferz bikin û wan bikin beşeke xwe û wiha got: “Di rewşa niha de Tirkiye bi rêya rêzefîlmên xwe û bi rêya dibistanên taybet û kolejên ku vedike, bi her awayî hewl dide hebûna xwe di nav dîroka me de binecih bike û gelê Kurd bike beşeke xwe. Hewl dide hesta Kurdayetiyê û hesta serbilindiya bi dîrok û çanda Kurdî nemîne, hewl dide wisa li me bike ku em xwe wek gelekî windabûyî, bêçand û bêdîrok bizanin. Dema ku nekarî vî tiştî bike, hewl dide wisa li me bike ku em ber bi çand û ziman û jiyana wan a civakî biçin. Dema ku bi rêya çanda xwe em dagir kirin, dagirkirina ax û welêt hêsantir dibe. Ev jî karekî kirêt e û tunehesibandina fermana Xwedayê mezin e. Karê Xwedê ye ku em wek Kurd afirandine, her gel xwedî çand û zimanê xwe ye û hewldana tunekirin û pişaftina wê karek e li dijî fermana Xwedê. Tirkiye ku hewl dide vê yekê bike, li dijî fermana Xwedê tev digere."

'DIVÊ OLDAR PARÊZVANIYA AX Û WELATÊ KURDISTANÊ BIKIN'

Di berdewama axaftina xwe de Mela Îdrîs Jaleyî amaje pê kir ku dijminan gelek caran dîn bi kar aniye ji bo dagirkirina Kurdistanê û hesta dîn a gelê Kurd sûîstimal kirine da ku li hember dagirkeran dernekevin, qaşo dagirker Misilman in û ev tişt anîn ziman: “Misilman ew e ku mafê te yê rewa dide te û welatê te dagir nake, xwişk-biratiya Îslamê ew e ku destûrê bide te ku tu wek mirov li ser ax û welatê xwe bijî. Lê belê dema ku ew bi navê xwişk-biratiya Misilmanan were û jiyan û mafên mirov binpê bike, wê demê ew xwişk-biratiya Misilmanan namîne, wê demê ew dibe dagirker û dijmin. Erkê ser milê me ye ku em wek Misilman li hember vê dagirkeriyê derkevin. Her kesê ku li ser ax û welatê xwe ji bo rûmeta xwe bê kuştin şehîd e û parêzvaniyeke pîroz kiriye, li ba Xwedayê mezin jî wek şehîd tê nivîsîn. Erkê zanayên dîn û Misilmanan e ku li dijî dagirkeriyê dengê xwe derxin, li dijî çewisandina gelê Kurd ku li ser axa xwe tê çewisandin, divê zanayên dînê Îslamê yên welatên din dengê xwe derxin, fetwayê bidin. Îro 10’ê Muheremê ye, di dîrokê de roja rizgarkirina neteweya Benî Îsraîl e ji aliyê pêxember Mûsa ve, ev roj kirine roja spasdariyê ku Mûsa neteweya xwe ji zordarî û zilma Firewn rizgar kiriye. Divê zanayên Kurd ên Misilman ji vê peyamê îlhamê wergirin ku pêwîst e em neteweya xwe rizgar bikin. Îmam Hisên di vê rojê de hat ji bo rizgarkirina neteweyekê û şoreşa rizgariyê li dijî zilmê ragihand û di vê rêyê de şehîd bû. Divê em zanayên Kurd ên Misilman şoreşê ragihînin ji bo parastina ax û welatê Kurdistanê.”

Di dawiya axaftina xwe de Mela Îdrîs Jaleyî ev tişt anîn ziman: “Wek zanayên dîn peyama me ew e ku em bi Kurdbûna xwe serbilind bin û spasiya Xwedê bikin ku Xwedê em wek Kurd afirandine. Daxwaziya min wek zanayekî dîn ji Misilmanan ew e ku tu caran dagirkeriyê qebûl nekin. Her kes li gorî hêza xwe, bi boykotkirina kelûpel û medyayên dagirkeran beşdar bibe, duayan jî bikin ku Xwedayê mezin dawî li dagirkeriya li ser Kurdistanê bîne û wisa li zilmkar û dagirkeran bike ku vegerin cihê xwe yan jî wan serşor û têkçûyî bike.”