Gelek eşîrên Iraqî li dijî dagirkeriyê piştgirî dan PKK’ê

Gelek eşîrên Iraqî, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk piştgiriya xwe ya ji bo PKK’ê diyar kirin.

Komek şêxên eşîrên Iraqê derbarê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) daxuyaniyek hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniyê hate gotin ku dewleta Tirk ya dagirker êrîşên xwe yên ji bo valekirin û şewitandina gund, bajarokan yên li ser xelkê Herêma Kurdistan û Iraqê dewam dike. Hate gotin ku dewleta Tirk gef li xelkê gundan dixwe da ku malên xwe vale bikin û herêmê bi hêcetên ne rewa vegerîne qadek leşkerî.

Di dewama daxuyaniyê ev tişt hatin gotin;

“Em baş dizanin PKK’ê dijî DAÎŞ’ê şer kir, lê Tirkiye piştgiriya DAÎŞ’ê dike. Hemû karên dewleta Tirk dike, ji bo dagirkirina qadên li herêm û dijî gelên Iraqê giştî, taybet jî Kurdane.

Li beramberî vê PDK hevkariyê dike û hikumeta Bexda jî bêdenge, bêdengî jî li ser sucên dewleta Tirk a dagirker gumanê çêdike.

Em weke şêx, eşîr û kesayetên Iraqê, ev êrîşane red dikin, bang li civaka nanetewî, Hikumeta Iraq û Parlamentoya Iraqê dikîn ku berprisyarên xwe yên mirovî, exlaqî, yasayî yên dijî sucê ne mirovane pêkbînin û dawî li van êrîşên dewleta Tirk a dagirker bînin.

Pêwîste civaka navneteweyî û Hikumeta Iraqê, ji bo rê li van êrîşên ser gel û xaka me, tedbîrên pêwîst bigirin. Em jî amade ne parastina serweriya Iraqê bikin, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze demografiya herêmê biguherîne û çavkaniyên Iraqê talan bike.

Em bi gelê xwe yê li Herêma Kurdistan û Iraqê re ne û dagirkeriya dewleta Tirk red dikin. Em vê yekê dibêjin, hemû karên dewleta Tirk dike, sucin. Ev yek we dike ku îradeya me ji bo parastina serweriya Iraq, xaka û gelê me zêde bike.”

Navê şêxên eşîrên Iraqê yên ku dijî dagirkeriya dewleta Tirk di vê daxuyaniya hevbeş de cih girtine, evin:

Şêx Teklif el-Ebd Elî Cibûr: Şêxê eşîra Cibûrî

Seyîd Ehmed Elewî Heyderî: Şêx eşîra Sedat Heyderî

Seyîd Nazim Şerîfî: Şêxê eşîra Sedat Şerfa li Firatê Navîn

Şêx Malik Casim Îfarî: Şêxê eşîra Îfarî li Firatê Navîn

Seyîd Xezalî Atiya Mûsewî li Dîwaniyê

Şêx Zahir Kazim Marhûn: Şêxê Giştî yê eşîra Kerît

Şêx Cemal Ferîd Hemîdayî: Şêxê Giştî yê eşîra Hemîdatê

Şêx Emîr Musana Hesnewî: Şêxê giştî yê eşîra Benî Hesen

Şêx Mohan Emîrê Al Atiyah: Şêxê Giştî yê eşîra El Şibl

Seyîd Huseyîn Berekat Şamî: Şêxê giştî yê eşîra Sedat Gawalb

Şêx Mutaîb Mihemed Şemerî: Şêxê eşîrên Şemer li Firata Navîn

Şêx Mihemed Evdil Emîr Şalan Kerawî: Şêx giştî yê eşîrên Akra

Şêx Raad Huseyîn Xefacî: Şêxê eşîra Xefaciyan li Necefê

Şêx Xalid Cehl Natur: Şêxê binemala Şebal a Dîwaniyê ye

Seyîd Hemîd Merzûq Abadî: Şêxê giştî yê Awabd