Yekîneya Şehîd Axîn Mûş 7 çalakiyên hewayî li dar xist

Yekîneya Şehîd Axîn Mûş di navbera dîroka 8 -13ê Tîrmehê de li herêma Zapê li dijî leşkerên Tirk 7 çalakiyên hewayî li dar xist.

ÇALAKIYÊN HEWAYÎ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî wiha got: “Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş di navbera dîroka 8 -13'ê Tîrmehê de 7 çalakiyên hewayî li dar xist. Artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Sergelê a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi amûrên hewayî hate armanckirin û bi awayekî bi bandor hate lêdan.

Di 7 çalakiyên ku ji aliyê yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ve hate lidarxistin de, bi qasî ku hate zelal kirin bi giştî; herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û çeperên dagirkeran di rêjeyeke girîng de hatin herifandin.”