Girtî Halîl Arslan ê piştî 30 salan hat berdan bi coş hat pêşwazîkirin

Halîl Arslan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê dihat ragirtin, piştî 30 salan hat berdan bi coş li ber girtîgehê hat pêşwazîkirin.

Halîl Arslan (51) li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê dihat ragirtini. Piştî 30 salan hat berdan. Arslan di sala 1994’an de li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê tê girtin. Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) a Amedê wî didarizîne û di encama darizandinê de bi îdiaya xerakirina yekitî û tevpariya dewletê" cezayê muebedê lê tê birîn.

Arslan di van 30 salan de heta niha li girîgehên bajarên Amed, Dîlok, Yozgat, Mereş, Îzmîr, Tekîrdag, Bandirma û Sêmsurê girtî dimîne. Arslan piştî ewqas girtîgeha û 30 salên dirêj ji Girtîgeha Amedê hat berdan.

Malbat û nasên Arslan û rêveberên TUAY-DER û MED TUHAD-FED'ê bi coş û kêfxweşiyê wî li ber girtîgehê pêşwazîkirin.