JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên Kurd û Iraqî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest bi kampanyayê kirin
Komek jinên ji pêkhateyên cuda yên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji bo pêşî li komkujiyên dewleta Tirk a dagirker were girtin, li Bexdayê kampanyayeke îmzeyan dan dest pê kirin. -
Jin ji bo Jîna Emînî meşiyan
Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve hatibû qetilkirin, meşiyan. -
Jinên Êzidî ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li dijî kompoloya 9’ê Cotmehê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê meşek li dar xistin. -
TJA: Hedef azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e
Encamnameya 4’emîn Konferansa TJA’yê hat eşkerekirin. Hat destnîşankirin ku wê pêngava rêxistinbûn û têkoşînê ya giştî azadiya fizîkî û şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah bê armanckirin. -
Jinên Iraqî-Kurd daxwaz kirin ku pêşiya êrîşên Tirkiyeyê bê girtin
Çalakvanên Jin ên Pêkhateyên Iraqê bal kişand ser êrîşên Tirkiye yên li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê daxwaz kir ku pêşiya êrîşan bê girtin û qada hewayî ji firînê re bê girtin. -
Li Sîdneyê ji bo Jîna Emînî çalakî hat lidarxistin
Ji bo jina Kurd Jîna Emînî ya li Tehranê hat qetilkirin, li bajarê Sîdney ê Awûstraylyayê çalakiyek hat lidarxistin. -
'Werin em bi hev re hêza xwe ya rêxistinkirî mezin bikin'
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di 4. Konferansa Jinan de ku ji aliyê TJA ve li Êlihê tê lidarxistin axivî û destnîşan kir, ku eger jin nebin yek wê tundî zêdetir bibe û got: "Lewma em neçar in hêza xwe ya rêxistinkirî û têkoşîna xwe mezin bikin." -
Aydenîz: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê têkoşîn bê geşkirin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di Konferansa Jinê ya TJA'yê de axivî û got, "Di serî de jinên Kurd, yên ku dibêjin 'Jin, Jiyan, Azadî' divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin." -
Konferansa Jinan a TJA'yê di roja duyemîn de didome
4. Konferansa Jinan a ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Êlihê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. -
Li dijî qetilkirina Jîna Emînî li Strasboûrg û Montpellîerê çalakî
Ji bo Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve hate qetilkirin, li bajarên Strasboûrg û Montpellîer ê Fransayê çalakî hatin lidarxistin. -
Qetilkirina Jîna Emînî li Rotterdamê hate protestokirin
Qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve, li bajarê Rotterdam ê Hollandayê bi çalakiyên hevpar ên ku Komala, PJAK û TJK-E’yê li dar xist hate protestokirin. -
Li Koln, Saarbrucken û Bordeaûxê ji bo Jîna Emînî çalakî hatin lidarxistin
Li bajarên Koln û Saarbrucken ên Elmanyayê û li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî qetilkirina Jîna Emînî bi çalakiyan hat protestokirin. -
Li Dîlokê Îran hat protestokirin, berxwedan hatin silavkirin
Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê, li Îranê qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî şermezar kir û berxwedan silav kir. -
Di xwepêşandanên Îran û Rojhilat de 50 kes hatin kuştin
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê destnîşan kir ku di xwepêşandanên li dijî qetilkirina Jîna Emînî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 50 kes hatine kuştin. Her wiha hate ragihandin ku gelek kes jî hatine destgîrkirin. -
Rojnamevanên ku nûçeyên li ser Jîna Emînî çêkirin hatin destgîrkirin
Rojnamevanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nûçeyên li ser çalakiyên ji bo Jîna Emînî çêkirin hatin destgîrkirin. -
Li gelek welatan qetilkirina Jîna Emînî hate protestokirin
Ji Los Angelesê heta Bêyrûdê ji Madrîdê heta Atînayê li hemû kolanên dinyayê, piştgiriya berxwedana li Îran û Rojhilat hate kirin. -
Jinan berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir
Jinên ku li Elmanyayê qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve protesto kirin û berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e silav kirin. -
Wêneyê Jîna Emînî bi Sûrên Amedê ve daliqandin
Jinan pankarta ku wêneyê Jîna Emînî li ser, bi sûrên Amedê ve daliqand û jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ber xwe didin silav kirin. -
Sal û 6 meh ceza li nûçegihana JINNEWS‘ê hat birîn
Ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 6 meh û 27 roj cezayê girtîgehê li nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Onverê hat birîn. -
TJK-E: Dema mezinkirina berxwedanê ye
TJK-E'yê ji bo çalakiyên sibe (24 Îlonê) yên li Ewropayê ji bo Jîna Emînî û xelkê Rojhilatê Kurdistanê bêne lidarxistin banga tevlîbûnê kir. TJK-E'yê got, "Dem dema mezinkirina vê berxwedanê ye." -
PAJK: Em bi şoreşa jinê ya li Îranê re bibin yek û çalakiyan geş bikin
Koordînasyona PAJK'ê: Em bang li jinan û gelê xwe yên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat dikin, ku bi şoreşa jinê ya li Îranê re bibin yek û çalakiyan geş bikin. -
Nivîskarê Morîtanyayî: Jin a Kurd sembola jiyana azad e
Nivîskarê Morîtanyayî yê ciwan Mihemed Elemîn diyar kir ku jin a Kurd sembola jiyana azad e û got, "Ti hevok nikarin lehengiya jina Kurd a ku ji kaniya fikrê Ocalan vexwariyê, şîrove bike." -
Kemanger: Jin bi zanebûn û têgihiştî li dijî sîstema Îranê serî hildidin
Berpirsyara Dîplomasiyê ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger diyar kir, ku eger sîstema Îranê li her derê bi ser jinê de tê, jin jî wê her tax û kolanê bike qada têkoşîn û serhildanê. -
Jin li qadan in: Em qîrîna Jîna Emînî ne
Jinên Kurd li bajarê Basel û Aaraûyê daketin qadan û qetilkirina Jîna Emînî ku li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike, ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, protesto kirin û gotin: “Em qîrîna Jîna Emînî ne.“ -
YJK-E: Li dijî qirkirina jinan di 23-24’ê Îlonê de dakevin qadan
YJK-E’yê banga xwedî derketina li çalakiyên ku wê 23-24’ê Îlonê li dijî polîtîkayên qirkirina jinan li bajarên Elmanyayê organîze bikin, kir û got: “Em bibin dengê Anûş û Cansûyê.“ Tevgerê roj û cih û dema çalakiyan jî eşkere kirin.