TJK-E: Dema mezinkirina berxwedanê ye

TJK-E'yê ji bo çalakiyên sibe (24 Îlonê) yên li Ewropayê ji bo Jîna Emînî û xelkê Rojhilatê Kurdistanê bêne lidarxistin banga tevlîbûnê kir. TJK-E'yê got, "Dem dema mezinkirina vê berxwedanê ye."

Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê (TJK-E) têkildarî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Îranê ve û serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek da.

Di daxyuyaniyê de hate gotin, "Piştî kuştina Jîna Emînî, jin, gelê Rojhilatê Kurdistanê û civakên Îranî rabûn ser piyan û ev pêla serhildanê mezin bû.

Her yek ji tayên porê Jîna ku bûn hinceta qetilkirina wê, li ber bayê azadiyê ket û li xwe gihand jinên li cografyayên cuda yên cîhanê ku heman êşê dikişînin. Çalakiya birîna por nîşaneyeke vê hevpariyê ye."

TJK-E'yê işaret bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' kir ku di çalakiyan de hatin qîrîn û destnîşan kir ku ev dirûşma şoreşa jinê ya Kurdistanê êdî li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bûye pisûleya raperînê ya gelan û civakan a li dijî rejîmên zordar.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdariya mêr û faşîst a Îranê, mîna hemû dewletên despotîk careke din hewl dide bi rijandina xwînê û zordariyê vê raperînê bitepisîne. Bîlanço giran dibe. Asta xwepêşandanên vê carê ji yên derbasbûyî cuda ye. Bi bingehînî lêpirsîna rejîmê tê kirin."

Li Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanan de straneke bi Kurdî ya ku girseya gel ji bo Jîna got, ji bo me hemûyan peyameke: Min bi tenê nehêle!

Hefteya dawî hem li Rojhilat, hem jî li tevahiya Îranê û derveyî welat bi çalakiyan bûn dengê Jîna. Ne Jîna ne jî xelkê Rojhilat divê bi tenê neyên hiştin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê van vê hefteya dawî bi çalakiyan hewl dan bibin dengê Jîna û wê çalakiyên xwe bi rêxistinên cuda yên jinê yên li Ewropayê re dewam bikin.

TJK-E'yê ji bo çalakiyên 24'ê Îlonê yên li tevahiya Ewropayê bang li jinên Kurd, hemû Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku bi xurtî tevlî bibin û destnîşan kir ku dem dema mezinkirina berxwedanê ye.