Jinên Kurd û Iraqî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest bi kampanyayê kirin

Komek jinên ji pêkhateyên cuda yên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji bo pêşî li komkujiyên dewleta Tirk a dagirker were girtin, li Bexdayê kampanyayeke îmzeyan dan dest pê kirin.

Li paytexta Iraqê Bexdayê duh li salona El Mound ya Karade jinên ji pêkhateyên Iraqê û Kurd Êzidî li ser êrîşên hewayî yên balafirên Tirk yên li ser Iraqê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Çalakvanên jinên Kurd û Iraqî bi diruşmeya ‘Rê li balefirên dewleta Tirk bigirin’ dest bi pêngavek nû ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê kirin.

Çalakvanên tevlî pêngavê bûn diyar kirin armanca wan ew e ku bi vê pêngavê milyonek îmzeyan kom bikin. Piştre jî van îmzeyên dijî dagirkeriyê radestî Hikûmeta Iraqê bikin.

Cîgira Serokê Rêxistina Peyama Aştî û her wiha yek ji çalakvanan Esma Şemerî di destpêka axaftina xwe de bang li hikûmeta Iraqê kir ku li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk û binpêkirina hêzên Iraqê yên ji bo derxistina dewleta Tirk xwedî helwest be.

Heman demê de Seroka Saziya Medyaya Înana ya Navneteweyî Ala Qeytan di axaftina xwe de daxwaz ji hemû aliyên Iraqê kir ku ji bo dawîlêanîna dagirkeriya dewleta Tirk, piştgirî bidin vê pêngavê û îmzeyekê bidin.